'Beşdarbûna jinan a ji bo konferansê taybet bû'

  • 12:55 29 Îlon 2018
  • Rojane
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Jinên ku beşdarî 3'emîn Konferansa Kantona Şehbayê bûn anîn ziman ku xwerêxistinkirin, rexnedayin û têkoşîna ji bo azadiyê gavên herî mezin ên ji bo avakirina civakek demokratîk û serbixwe ye.
 
Bi beşdarbûna jinên Kurd, Ereb û Tirkmen li Kantona Şehbayê bi dirûşma "Civaka Rêxistinbûyî Civaka Azad e" 3'emîn Konferansa Şehbayê hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî konferansê bûn bi lêvkirin ku ji bo wekheviya gelan û siberojek azad yekîtiya gelan girîng e. 
 
Endama Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Rîhab Çepo axivî û wiha got:"Em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo berxwedana xwe bidomînin. Tevî hemû zextên dewletên dagirker em ê li ber xwe bidin û planên qirêj ên wan vala derxin. Em li ser esasên wekheviya gelan û demokrasiyê xebatên xwe pêş bixin. Di konferansê de ji bo demokrasî, aştî û azadiyê biryarên nû hatin girtin. Em di wê baweriyê de ne ku bi van biryarana dê rê li ber aştiyek mayinde vebe."
 
'Beşdarbûna jinan a ji bo konferansê taybet bû'
 
Her wiha Endama Komîteya Kar û Barên Civakî ya Navçeya Fafînê Ezîze Bişar got:"Beşdarbûna jinan a ji bo konferansê taybet bû. Ji bo rêxistinbûyina jinan jî biryarên girîng hatin dayin. Tevî hemû zehmetiyan li Şehbayê jinan ispat kir ku ew dev ji têkoşîna xwe bernadin û serî li ber dagirkeran natewînin. Jinên Şehbayê serî li ber zihniyeta baviksalarî jî netewand bi awayekî serbilind beşdarî konferansê bûn."
 
'Em hêvî dikin ku dê siberojek azad û ronî bê avakirin'
 
Endama Komîteya Jinê ya Kantona Şehbayê Îman Oso jî diyar kir ku lidarxistina konferansê û girtina biryarên nû ji bo parastina mafên mirovan û demokrasiyê taybet bû û got:"Em ji bo hêviyên gelê Şehbayê geş bikin û azadiyê bînin em dixebitin. Ji bo şer bi dawî bibe û aramiyek mayinde bê avakirin em her di nava hewldanekê de ne. Beşdarbûna jinan a ji bo konferansê ji bo rêxistinbûyîn bû parastina mafên xwe girîng bû. Em hêvî dikin ku dê siberojek azad û ronî bê avakirin."