Derbarê mirina Sedanûrê de 3 kes hatin girtin
- 10:31 29 Îlon 2018
- Rojane
QERS - Têkildarî cînayeta Sedanûr Guzel a cenazeyê wê li gundê Pasli ya navçeya Qaqizmana Qersê hat dîtin de 3 kes hatin girtin.
Têkildarî cînayeta zaroka 9 salî Sedanûr Gezel a di 16’ê Îlonê de li gundê Pasli ya navçeya Qaqizmana Qersê winda bû û 7 roj şûn de cenazeyê wê hat dîtin de, 3 kes hatin girtin. Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Qersê, têkildarî cînayeta Sedanûr 3 kes hatin girtin.
Daxuyaniya dozger dayî wiha ye: “Derbarê windabûna Sedanûr Guzel û dîtina cenazeyê wê de girînge ku em daxuyanî bidin raya giştî. Sedanûr Guzel di 16’ê Îlona 2018’an de winda bû û cenazeyê wê di 23’yê Îlona 2018’an de kîlometreyek nêzî gundê Pasli yê navçeya Qaqizmana Qersê hat dîtin. Cenazeyê Guzel dibin keviran de hatibû veşartin. Di çarçoveya lêpirsîna me bi rêve bir de, li gorî îtîrafê kesekê gumanbar û encama otopsiya cînayeta Sedanûr Guzel hat girtin. Hîna ne diyare Sedenûr rastî tecawîzê hatiye yan na. Di encama lêkolîna patolojîk de ev yek dê zelal bibe. Ev lêkolîna me didome. Dîsan bi gumana têkiliya wam bi kuştina Sedemûr re heye 3 kes di 28’ê Îlona 2018’an de hatin girtin û şandin girtîgehê. Derbarê bûyerê de lêpirsînên me berdewam dikin. Ger pêşketinek nû çêbe emê ji raya giştî re parve bikin.”