'Dema ku jin xwe bi rêve dibin edalet bêtir belav dibe'

  • 10:13 29 Îlon 2018
  • Rojane
Feride Zade
 
ŞEHBA - Jinên Tirkmen ên ku beşdarî 3'emîn Konferansa Şehbayê bûn gotin:"Dema ku jin xwe bi rêve dibin edalet bêtir belav dibe."
 
Bi beşdarbûna jinên Kurd, Ereb û Tirkmen li Kantona Şehbayê 3'emîn Konferansa Şehbayê hat lidarxistin. Jinên Tirkmen ên ku beşdarî konferansê bûn bal kişandin ser wekhevî û yekîtiya gelan û gotin ku şer encax bi destên jinan dikare bi dawî bibe. 
 
'Hatina gelan a hinda hev min bi kelecan dike'
 
Emine Hasan got:"Ez wekî jinek Tirkmen gelek bi kelecanbûm ku ji bo beşdarî konferansê bûm. Hatina gelan a li hinda hev min bi kelecan dike. Xwebirêvebirana gelan a bi serê xwe me bextewar dike. Ez li Şehbayê li Saziya Malbata Şehîdan dixebitim. Em xeyalên xwiş û biratiya gelan li vir pêk tînin. Ev jî wekî dayikek şehîdan min bextewar dike. Gel dema ku xwe birêve dibin jiyan bêtir bi edalet dibe."
 
'Jin dikarin şer bide sekinandin'
 
Emineyê da zanîn ku li konferansê nirxandina salekê hatiye kirin û got:"Ez hêvî dikim ku xwişk û biratiya gelan a li vir li her derê belav bibe. Ez naxwazim êdî şer çê bibe. Şer li ser bidawîbûna xwiş û biratiya gelan tê meşandin. Em naxwazin vê yekê bijîn. Divê em destûrê nedin komkujiyên nû. Ewqas xwîn rijiya ma ev ne bes e? Jin dikarin şer bide sekinandin."
 
'Em ê li dijî zihniyeta kujer li ber xwe bidin'
 
Menal Şêxo bal kişand ser girîngiya konfensê û got:"Em wekî Kurd, Ereb, Tirk bi awayekî wekhev xwe bi rê ve dibin. Li  vir gel ne neyarên hevdu ne. Mînaka vê yekê ya berbiçav ev konferansa me ye. Ji her gelî nûner heye. Hêviya me ew e ku em ji gelan re bibin bersiv. Em ê li dijî zihniyeta kujer heta dawî li ber xwe bidin."
 
'Em ê civakek nû û azad bidin avakirin' 
 
Jina bi navê Ebir Hisên jî wiha got:"Em ê yekîtî û wekheviya gelan biparêzin. Me li Şehbayê sîstema xwe ava kir. Me bi kêfxweşiya wekheviya di nav gelan de konferansa xwe ya sêyemîn pêk anî. Em ê li ser bingeha biryarên ku me girtine xwe bi rê ve bibin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê wekî jin xwe bêtir perwerde û bi rêxistin bikin û civakek nû û azad ava bikin."