'Em li her derê bi êrîşên dewleta tirk re rû bi rû man'
- 09:05 29 Îlon 2018
- Rojane
Lîlav Elî
ŞEHBA - Fatimê Ebdilrahman a ji Gundê Neşebiyê yê girêdayî Bajarê Gota ye anî ziman ku ew ji ber leşkerên tirk û komên OSO'yê ku girêdayî wê ne ji malê xwe derketine û ji bo jiyanek aram berê xwe dane herêma Efrînê, lê mixabin êrîşên dewleta tirk li wê jî jiyan li wan herimandine.”
Jina bi navê Fatimê Ebdilrahman ku 21 salî ye û dayika zarokekê ye, ji Gundê Neşebiyê yê girêdayî Bajarê Gotayê ye. Fatimê ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve êş û zehmetiya şer bi her awayî jiyaye diyar kir ku ew her li aramiyê geriyane lê li her derê bi êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê Artêşa Azad a Sûriyyê (OSO) re rû bi rû mane.”
Fatimê diyar kir ku dema êrîş li ser gundê wan hatiye kirin hevjînê wê ji aliyê komên çete ve hatiye revandin û ew jî ji bo ku zaroka xwe biparêze ji Gotayê derdikeve û ji bo jiyaneke aram berê xwe dide Efrînê. Li Efrînê 8 salan dijîn û hemû pêwîstiyên xwe pêk tînin. Jiyana wan aram derbas dibe. Lê mixabin piştî 8 salan dewleta tirk û komên girêdayî wê bi hemû teknîkên xwe êrîşî Efrînê dikin.
Fatimê ji bo ku xwe biparêze bi zaroka xwe re careke din koçber dibe û bi gelê Efrînê re berê xwe didin Kampa Berxwedanê ya Kantona Şehbayê.
Fatimê ku niha li Kampa Berxwedanê dimîne wiha bahsa xwe kir: "Em bi ku de çûn êrîşên dewleta tirk ên hovane û çeteyên girêdayî wê li pey me hatin. Jiyana me ya berê gelek xweş bû, lê piştî ku Erdogan êrîşî me kir em bi zahmetiyên jiyanê re rûbirû man. Em koçber bûn û zaroka min bê bav ma.”
'Derman nayê peydakirin'
Fatimê di berdewamiya axaftina xwe de wiha pêde çû:”Em 8 salan li Efrînê di nav aramiyê de li kêleka gelê Efrînê jiyan. Lê çavên Erdogan bar nebûn ku em jiyanek aram bijîn û êrîş anî ser Efrînê. Ji be van êrîşan bi hezaran kes koçber bûn û zarok hatin qetilkirin. Dilê dayikan li ser zarokên wan şewitî. Em niha li kampa Berxwedan a li Kantona Şehbayê bi cih bûne. Pêdiviyên me pêk tên, lê dîsa jî kêm e. Du xwişkên min nexweş in û dermanê wan li Kantona Şehbayê peyda nabe.”
'Em dixwazin vegerin Efrînê'
Fatimê di dawiya axaftina xwe de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî êrîşên Erdogan ên li ser Gelê Kurd şermezar kir û wiha got: " Erdogan ê ku dibêje ez mafên zarokan diparêzim wê demê çima zarokên Efrînê qetil kirin? Çima hişt ku bi hezaran dilê dayikan bişewite? Em ê tola xwe hilînin. Êdî bes e ji hovîtiya Erdogan re bila ji axa me derkeve. Em dixwazin vegerin Efrînê ji ber ku Efrîn welatê me ye.”