'Radyoya Kobanê hestên we vedibêje'
- 09:03 29 Îlon 2018
- Rojane
Îlham Eloso- Berçem Cudî
KOBANÊ - Jinên Kantona Kobanê derbarê Radyoya Dengê Kobanê de ku her carê bi avêtina sînyalên ji aliyê dewleta tirk ve weşana wê tê astengkirin, diyar kirin ku sedema astengkirina vê radiyoyê weşana wê ya dewlemend e ku roleke pêşeng di warê perwerde û rêxstinkirina civakê de dilîze û ev yek ji ji bo dewleta tirk xeteriyeke mezin e.
Radyoya Dengê Kobanê ku bi dirûşma “Kobanê FM dengvedana hestên we ye” weşanê dike, di destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê komeke ciwan a Kobanê ve hat vekirin. Radyoya ku 2 salan weşana xwe bi awayê serkeftî bê navber berdewam kir, piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê rastî êrîşan hat û weşana wê di 15'ê Îlona 2014'an de hat rawestandin. Lê vê rawestandinê zêde dirêj nekir piştî ku Kobanê ji DAÎŞ'ê hat paqijkirin careke din radyoyê dest bi weşana xwe kir. Naveroka bernameyên Radyoya Kobanê mijarên wekî siyaset, civak, jin, leşkerî, pêşbirk û perwerde ye.
Ji bilî radyoya Kobanê 3 radyoyên din jî li Kobanê weşanê dikin, lê tenê Kobanê FM ji aliyê dewleta tirk ve tê hedefgirtin. Ji ber van êrîşan her tim neçare ku freqansa xwe bugherîne. Ji ber vê jî radyo niha li ser frêkansa 94.0 weşana xwe didomîne.
Jinên Kobanê ku derbarê radyoyê de nêrîna xwe anîn ziman diyar kirin ku radyoya Dengê Kobanê bi fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin û weşanê dike.
'Tirkiye her roj êrîşî radyoya me dike'
Rodîn şêx Ehmed diyar kir ku ji bilî Radyoya Dengê Kobanê sê radiyoyên din jî li Kobanê hene û wiha got:” Ji ber ku Radyoya Dengê Kobanê heqîqet û rastiya gelê xwe radigihîne û fikir û felsefeya Rêber Apo bi gel dide naskirin û rastiya şerê li Sûriyeyê diqewime radigihîne dewleta tirk wê ji bo xwe xeteriyeke mezin dibîne. Ji ber wê ye ku her roj Tirkiye êrîşî radyoya me dike.”
'Radyoya dengê Kobanê dengvedana hestên me ye'
Dayika bi navê Leyla Elî jî diyar kir ku radyoya dengê Kobanê dengvedana hestên wan e û wiha pê de çû: "Li ser radyoyê niha gelek êriş hene sedemên wan êrişan jî ji ber weşana wê ya dewlemend e. Dewleta tirk naxwaze ku rastiya gel û êşên gel dikşîne derkeve holê. Radyo ji ber ku hovîtiya wan a li dijî Gelê Kurd radigihîne bi êrîşan re rûbirû dimîne.”
Laylayê diyar ku her tim ceryan tune ye ku ew li înternetê û TV temaşe bikin, lê weşana radyoyê her tim berdewame û wiha got: "Bi riya radiyoyê çavên me vedibin û em bi siyaseta cîhanê dihesin. Ji ber vê jî ceryan hebe an tune be jî li radiyoyê em dikarin guhdar bikin.”
'Têkoşîna me ya ji bo weşana radyoya me berdewam e'
Xebatkara Radyoya Dengê Kobanê Xezine Celal jî bertek nîşanî êrîşên li dijî radoyê da û ev tişt got: "Em ê ji bo civaka xwe her tim di nav tekoşînê de bin. Belê mehekê weşana wê hat rawestandin û piştre jî frekansa wê hat guhertin. Radyoya Dengê Kobanê, êşên civaka me ji me re radigihîne. Ji ber wê jî em ê berxwedana xwe bidomînin. Em bang li her kesî dikin ku li radyoya me xwedî derkevin.”
Culiyan Îsa jî wiha got: "Ji ber ku neheqiyên dewleta tirk dike bi riya weşana radiyoya Dengê Kobanê tê eşkerekirin êrîş dike.”