ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2018'AN

  • 09:00 29 Îlon 2018
  • Rojev
*Jinên Kantona Kobanê derbarê Radyoya Dengê Kobanê de ku her carê bi avêtina sînyalên ji aliyê dewleta tirk ve weşana wê tê astengkirin, diyar kirin ku sedema astengkirina vê  radiyoyê weşana wê ya dewlemend e ku roleke pêşeng di warê perwerde û rêxstinkirina civakê de dilîze û ev yek ji ji bo dewleta tirk xeteriyeke mezin e.
 
*Fatimê Ebdilrahman a ji Gundê Neşebiyê yê girêdayî Bajarê Gota ye anî ziman ku ew ji ber leşkerên tirk û komên OSO'yê ku girêdayî wê ne  ji malê xwe derketine û ji bo jiyanek aram berê xwe dane herêma Efrînê, lê mixabin êrîşên dewleta tirk li wê jî jiyan li wan herimandine.”
 
*Mîhdî Yilmaz diyar kir ku rewşa keça wî Arîn a bi dayika xwe Esma Yilmaz re girtiye, her diçe giran dibe û wiha got: “Berdana bi kontrol nadin qe nebe bila wê demê bişînin girtîgeha Mêrdînê.”
 
*Qurnefîlên naçilmisin, windayan jî bi me nade jibîrkirin û herî zêde jî pêşî lê girt ku ji hişê dewletê jî paqij nebe. Qurnefîlên her hefte li Qada Galatasarayê tên danîn, nehişt dewlet vê rastiyê ji bîr bike. Her ku qurnefîl dîtin, nerehet bûn û herî dawî jî qûrnefîl binçavkirin. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Jina bi navê S.S ku ji ber zextên malbatê neçar ma bi pismamê xwe re bizewice, bi salan rastî şîdeta aborî hat û piştre hevjînê wê, wê terk dike û diçe Elmanyayê. S. ku hîna bi malbata hevjînê xwe re dijî, her tim têkoşîna jiyanê daye û niha yekane daxwaza wê ev e ku xaniyekî wê û zarokên wê hebe. DÎMEN HEYE
 
*Her çiqas desthilatdarî û çapemenî krîza aborî veşêre jî bazirganên bazarê û nanpêj, yên amadekariya zivistanê dikin krîzê zêdetir hîs dikin. Gurbet Savci ya amadekariya zivistanê dike wiha dibêje: “Em çi bigirin bixwin, em axê bixwin?” Nanpêjan jî got karaborsa li ser piyasayê bûye serdest.
 
*Elîf Turan a piştî bi KHK’ê hat îxrackirin şûnde têkoşîna xwe ya kedê didomîne diyar kir ku çûyîna kesên ku ew îxrac kirine nêz e û got vê carê yên ew îxrac kirine wê biçin.DÎMEN HEYE