Dayikan bertek nîşanî serdana Tayyîp Erdogan a Neue Wache dan

  • 15:10 28 Îlon 2018
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê têkildarî ziyareta Tayyîp Erdogan a peykerê qurbaniyên şer û dîktatoriyê “Neue Wache” ya li Almanya daxuyanî dan û gotin: “Di demek Dayikên Şemiyê ji aliyê polîsan ve bi tundî tên derbkirin, Tayyîp Erdogan peykerê ‘Neue Wache’ ziyaret dike. Em ê ji bîr nekin.” 
 
Serokê AKP’ê û Serokomar Tayyîp Erdogan li Almanya serdanên xwe dewam dike. Tê gotin dê Erdogan peykerê kesên bûne qurbaniyên şer û dîktatoriyê “Neue Wache” ya li Almanya jî wê ziyaret bike. Dayikên Şemiyê yên bûne sembola Qada Galatasarayê ku her roên Şemiyê li aqûbeta windayên xwe dipirsin û edaletê daxwaz dikin û ji hefteya 700’emîn ku çalakiya wan tê qedexekirin, têkildarî ziyareta Erdogan daxuyaniya nivîskî weşandin. Dayikan di daxuyaniya xwe de got: “Di demek Dayikên Şemiyê ji aliyê polîsan ve bi tundî tên derbkirin, Erdogan wê peykerê ‘Neue Wache’ ziyaret bike. Em ê ji bîr nekin.”