Jinên ciwan li Mexmûrê starta turnuvaya futbolê dan
- 14:21 28 Îlon 2018
MEXMÛR - Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî turnuvaya futbûlê ku dest pê kiriye, 18 tîmên xortan û 7 tîmên jinên ciwan tevlî bûne.
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê ve turnuvaya futbolê ya bi nave Şehîd Brûsk zerdeşt ku di 14’ê Îlonê de hatiye destpêkirin, didome.
Di turnuvayê de 18 tîmên xortan û 7 tîmên jinên ciwan dîlîzin. Duh lîstik di navbera herdû tîmên jinên ciwan ên Şehîd Axîn û Şehîd zindan de hate lîstin. Tîma Şehîd Zindan 2-0 ji tîma Şehîd Axîn tê bir.
Endama Tevgera Jinên Ciwan TJCM’ê Hilbîn Kîlîm têkildarî turnuvayê axivî û got; “Turnuvaya futbolê bi navê Şehîd Brûsk Zerdeşt destpê kiriye, weke jinên ciwan em jî bi 7 tîman tevlî bûn. Lîstika destpêkê di navbera herdû tîmên Şehîd Axîn û Şehîd Zerdeşt de pêk hat.”
Hilbîn di dawiya axaftina xwe de serkeftin ji bo hemû tîmên tevlî turnuvayê bûne re xwest.