Wê cenazeyê Tukan Yuksel piştî bi sal û nîvekê li warê wê defin bikin

  • 14:16 28 Îlon 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Malbata Turkan Yuksel a di Nîsana sala çûyî de jiyana xwe ji dest da, wê ji Cizîrê bigirin û bibin li warê wê Elbistanê defin bikin. 
 
Sala par di 22-28'ê Nîsana 2017'an de li herêmê Kato yê navçeya Elkê ya Şirnexê pevçûn derketibû. Di pevçûnê de endama YJA-Starê Turkan Yuksel (Nudem Nurhak) û hevalek xwe di şer de jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatê ji bo cenazeyê Turkan bigirin mînka xwînê dabûn. Lê ji ber ku tu encam ji dozgeriyê nehat girtin, Cenaze li Cizîrê hatibû definkirin. Malbate dîsa serî li dozgeryê dan û piştî serlêdanê cenazeyê Turkan îro wergirtin. Malbatê piştî cenazeyê Turkan ji goristanê derxistin birin Gundê Kantarma yê navçeya Elbistanê ya Mereşê. Hat zanîn ku malbat wê cenaze li gundê Kantarma defin bikin.