TJA: Biryara DMME'yê êrîşa li dijî vîna kurdan e
- 13:08 28 Îlon 2018
- Rojane
AMED - TJA, bertek nîşanî redkirina serlêdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a DMME’yê da û got: “Ev biryar li dijî vîna gelê Kurd êrîşeke. DMME divê dest ji vê biryara xwe ya skandal ber de.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê redkirina serlêddana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya TJA de ev tişt hatin gotin: “Ocalan ji bo pêvajoya şer a li Tirkiyeyê bi dawî bike, hemû hewldanên xwe yên aştiyane danîn holê û bêyî tu hincetan nîşan bide têkoşînek bê eman birêve bir.”
'Êdî sebera me naema ye'
TJA, diyar kir ku biryar li dijî vîna Gelê Kurde û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “DMME'yê piştî 8 salan nû biryar da. Ev biryar di encama bazerên siyasî de hatiye dayîn. Lê em dixwazin bînin ziman ku êdî tehemûla me nemaya ku dewletên desthilatdar li ser vîna Gelê Kurd bazarên xwe yên polîtîk bikin. Bi mîlyonan kes Birêz Abdullah Ocalan weke vîna xwe qebûl kirine. Ji ber vê biryara DMME mîna duh îro jî li dijî vîna Gelê Kurd êrîşe ke. Tu bingeha hiqûq, mirovî û etîk ên vê biryara DMME'y tune ne. Divê DMME demildest dest ji vê biryara xwe ya siyasî û skandal berde.”