Qedexeya li Çewlikê hat dirêjkirin
- 11:58 28 Îlon 2018
- Rojane
ÇEWLIK - Dema qedexeya îlankirina "Herêma taybet" ya li 26 herêmên li Çewlikê 11 rojan hat dirêjkirin.
Li bejahiya navenda Çewlikê û navçeyên ji bo 26 herêman di 28'ê Tebaxê de bi hinceta "Herêmên qedexe yên taybet" herêm li welatiyan hatibûn qedexekirin. Dema qedexeya ku li 26 herêman hat îlankirin hata 11'ê cotmehê hat dirêjkirin. Walîtiya Çewlikê ku derbarê mijarê de daxuyanî da "ewlehiya welatiyan ya can,mal û aramya wan" hincet nîşan da.