'Divê kesên ku em asteng kirin bên darizandin'
- 11:22 28 Îlon 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Daneşîna 1'emîn a doza xebatkarên tendirustiyê ku di serdema qedexeya derketina kolanan de li Cizîrê xwestin ji bo kesên birîndar ku li bajêr hatine hepiskirin korîdora tendirûstiyê vekin hatin astengkirin û derbarê wan de doz hat vekirin dest pê kir. Di daxuyaniya ku beriya daneşînê ji aliyê xebatkarên tendirustiyê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Em destûrê nadin ku bikevin navbera me û nexweşan û divê kesên ku em asteng kirin bên darizandin."
Daneşîna 1'emîn a doza derbarê 14 xebatkarên tendirustiyê ku li navçey Cizîrê ya Şirnexê di sala 2015'an de di serdema qedexeya derketina kolanan de xwestin bikevin bajêr û derbarê wan de bi îdaya "endamtiya rêxistinê" doz li wan hatibû vekirin îro li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê tê dîtin. Xebatkarên tendirustiyê ku ji balarên cuda cuda hatin li Parka Karayollariyê beriya daneşînê daxuyanî dan. Hevserokê Giştî yê TTB’ê Sînan Adıyaman, Berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamza Oğlu, Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan(İHD) Mehmet Bozgeyîk, Hevseroka Giştî SES’ê Gonul Erden,ji çar aliyên Tirkiyeyê Odeyên Bîjîşkan, rêvebir û serokên SES û tendûristiyê nûnerên Wexfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TİHV) piştgirî dan xebatkarên tenduristiyê ku tên darizandin.
Her wiha rêvebir û hevserokên DBP û HDP’ê yên navendê, Parlemeneterên HDP’ê û Komeleya Sendîkayên Bazirganiya Navneteweyî(PSÎ) jî piştgirî dan. Daxûyanî li ser navê komeleyan ji aliyê Hevseroka SES’ê Gonul Erden ve gat xwendin.
Gonul, anî ziman ku xebatkarên tendûristiyê dema dest bi kar dikin sondeke ji bo ku tendûristiya mirovan biparêzin dixwin û wiha berdewam kir: “Dema em karê xwe dikin tişta em li ber çav digirin rêzdarî ye. Ji ber wê jî em tu ferq û cudahiyê naxin nabera nexweşan. Ji kîjan ol, bawerî û neteweyan dibe bila bibe, em karê xwe dikin. Ji ber ku têkiliyek taybet di navbera me û nexweşên me de çêdibe û gelek razên xwe bi me re parve dikin."
Gonul, di dawiya axaftina xwe de got ku di 30’ê çileya 2016’an de dema derketina kolanan a li Cizîrê de ji bo welatiyên di jêrzemînan de birçî û birîndar mane 14 xebatkarên tendûristiyê bi ambûlansekê ketine rê û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Hevalên me yên ku xwestin erka xwe bi cih bînin hatin astengkirin. Di encmê de em bûn şahidê bi sedan kesên ku hatin kuştin. Li gel van hemû pêkanînan îro 14 xebatkarên tendirustiyê ku xwestin erka xwe bi cih bînin tên darizandin. Divê alîkarî neyê darizandin.”
Piştî daxûyaniyê heyet derbasî adliyeyê bûn.