Tiştên li Îmraliyê ne normalin: Dibe ku sibe dereng be
- 09:05 28 Îlon 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Pero Dundar a HDP’î diyar kir ku tecrîda li hember Abdullah Ocalan li hember gelê Kurd e û wiha got: “Nêzîkatiyên DYA, Rusya û Tirkyeyê girêdayî vê tecrîdê ne. Li ser tunekirina kurdan tifaqên qirêj hatin kirin. Sibê tiştek cuda derkeve em ê dereng bimînin. Ji ber divê tişta pêwist em demildest bikin. Divê em van pêkanînan normal nebînin. Em bêdeng nemînin.”
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û daxwaza malbat û parêzeran her tim bi hincetên ‘muxalefeta hewayê, koster xerabeye’ , ‘cezayê dîsîplînê heye’ tê redkirin. Duh jî DMME’yê serêldana ku parêzeran ji bo îşkenceya di 2010’an de kiribû jî red kir. Herî dawî di îlona 2016’an de agahî ji Abdullah Ocalan hatibû girtin. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar bi lêv kir ku ew nizanin li Îmraliyê çi tê jiyîn û bang li hemû rêxistinên civaka sivîl û mafê mirovan kirin.
‘Tecrîd girêdayî nêzîkatiyên DYA,Rusya û Tirkiyeyê ye’
Pero bi lêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li hember gelê Kurde û got li dijî gelê Kurd sûcê mirovahiyê tê kirin û wiha berdewam kir: “Dixwazin civaka Kurd parçe bibe û krîza siyasî kûr bibe. Tifaqa AKP-MHP’ê dixaze derketina çeteyan leztir bike. Li aliyekî tecrîd, li aliyê din jî ji bo kesên mafya û tecawîkaran efû tê derxistin. Van mirovan tevlî nav civakê dikin. Li aliyê din jî tecrîdê girantir dikin. Ev hemû ji siyaseta şer ne cudatirin. Girêdayê vê li ser Rojavayê Kurdistanê, li ser başurê Kurdistanê siyaseta şer tê meşandin. Ev hemû girêdayê tecrîdê ne.”
‘Li Îmraliyê rewşek cuda tê jiyîn’
Pero her wiha destnîşan kir ku berxwedana li Îmraliyê tê dayîn jî bi cezayê dîsîplînê tê bersivdayîn û ev tişt anî ziman: “Dibêjin ‘emê li Efrînê dest pê bikin. Emê biçin heta herêmên din yên Kurdistanê’. Xuyaye li ser Kurdan tifaqên qirêj tên meşandin. Li ser statuya Kurdan tifaqên taybet tên avakirin. Li Îmraliyê rewşek cuda tê jiyîn. Li wir berxwedanek heye û cezayên dîsîplînê didin. Ji ber şert û merc cudane cezayên dîsîplînê tên dayîn. Ez bang li hemû rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên mafê mirovan dikin. Hîna ku dereng nemane em bikevin tevgerê. Divê gelê Kurd bêdeng nemîn.”