'Vîna azad nikare bê tecrîdkirin'
- 09:02 28 Îlon 2018
- Rojane
Rûken Goman
DÊRIK - Endama PYD'ê Zozan Dêrik derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de da zanîn ku zextên dagirkeran dê nikaribe gel bide hepiskirin û got:"Vîna azad nikare bê tecrîdkirin."
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Zozan Dêrik derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi lêv kir ku yên Tirkiyeyê bi rê ve dibin naxwazin Kurd bibin xwedî statu û got:"Felsefeya Rêber Apo rihê têkoşînê her zindî dike. Loma divê Rêber Apo azad bibe. Dê tecrîd nikaribe rihê azad bide çewisandin."
'Çimkî fikrê Rêber Apo kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e'
Zozan Dêrik wiha got:"Sedema tecrîda giran a li ser Rêber Apo ew e ku hemû gelên Rojhilata Navîn neyên rizgarkirin. Çimkî fikrê Rêber Apo kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Hêzên hegemon naxwazin aloziya li Rojhilata Navîn bi dawî bibe. Rêber Apo her dem ji bo doza azadiya hemû gelên cîhanê israr kir. Ji bo hebûn û azadiya gelan têkoşînên mezin kir. Ji bo jiyanek aram û azad divê Rêber Apo azad bibe."
'Fikir û felsefeye Abdullah Ocalan hebûna gelan diparêze'
Zozanê destnîşan kir ku dê bi têkoşîna jinên Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Felsefe û fikrên Rêber Apo ji bo me gelek girîng e. Loma em her ji bo azadiya wî têdikoşin. Tevî hemû zehmetiyan em her asta têkoşînê mezintir dikin. Dê dewleta tirk û hêzên emperyalîst negihêjin armanca xwe. Dê lîstikên wan ên qirêj nikaribe gelê Kurd dîl bigire. Ji ber ku fikir û felsefeye Rêberê me hebûna hemû gelan diparêze, divê hemû gel ji bo azadiya Rêber Apo bibe seferber. Em wekî jinên Kurd ji bo azadiya Rêberê xwe her di nava têkoşînê de ne. Felsefeya Rêber Apo rihê têkoşînê her zindî dike. Loma divê Rêber Apo azad bibe. Dê tecrîd nikaribe rihê azad bide çewisandin. Vîna azad nikare bê tecrîdkirin."