Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve
- 09:01 28 Îlon 2018
- Rojane
MINBIC - Jina bi navê Kefai Mehmûd a ji Minbicê derbarê pêvajoya dema ku Minbic ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû dagirkirin û piştî ku Minbic azad bû de got:"Dema ku DAÎŞ'ê Minbic dagir kir jin her dihatin çewisandin û tu mafên wan nedihat dayin. Wekî koleyan dihatin bikaranînin. Lê niha li Minbicê jiyanek hevpar û azad tê jiyîn. Jin dikarin di her qadê de bi awayekî azad bixebitin û xwe îfade bikin."
Piştî ku Minbic ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin şûnde pêvajoyek nû li wir dest pê kir. Jina ji Minbicê ya bi navê Kefai Mehmûd derbarê pêvajoya dawî ya Minbicê û ya berî rigarkirina Minbicê de axivî û got:"Bi êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Minbicê bûyerên dijmirovî qewimî û ji bo gelê Minbicê bê rizgarkirin hemle dest pê kir. Bi rizgarkirina Minbicê pêşî li pêkhatinên dijmirovî hat birîn û niha li Minbicê di bin kar û xebatên demokratîk de jiyan didome. Bi hêz û îradeya jinê li Minbicê niha ji bo siberojek ronî têkoşîn tê dayin."
Kefai Mehmûd da zanîn ku DAÎŞ'ê dema ku Minbic dagir kiriye di bin siya hişmendiya baviksalarî de zilim li gel kiriye û got:"Dema DAÎŞ'ê Minbic dagir kir di destpêkê de jin wekî amûrekê bi kar anî. Jin di nava çar dîwaran de hepis kir û wekî amûreke zayendî bi kar anî. Di bin argumana olê de çarşefa reş li ser jinê da ferzkirin. Jiyan êdî ji jinê re bûbû dojeh. Pêkutî û zordestiya li ser jin, zarok û gelên li Minbicê her ku diçû zêde dibû. Hêzên emperyalîst ên ku tenê ji bo berjewendiyên xwe dixebitîn jî ji bo Minbic rizgar bibe hewl nedidan. Lê bi hewldana QSD'ê ya ku pêşengiya wê YPG/YPJ'ê dikir bi hemleya ku dest pê kir gelê Minbicê rizgar kir. Piştî rizgariya Minbicê pêvajoyek ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve dest pê kir."
'Jiyanek hevpar dest pê kir'
Kefaiyê da zanîn ku piştî ku Minbic hat rizgarkirin şûnde jiyanek hevpar dest pê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku DAÎŞ'ê Minbic dagir kir jin her dihatin çewisandin û tu mafên wan nedihat dayin. Wekî koleyan dihatin bikaranînin. Lê niha li Minbicê jiyanek hevpar û azad tê jiyîn. Jin dikarin di her qadê de bi awayekî azad bixebitin û xwe îfade bikin. Jiyanek hevpar û azad a ku li Minbicê bi saya QSD'ê û jinên têkoşer dest pê kir. Ji bo hemû gelên Minbicê derfetên jiyanî û civakî hat avakirin. Di çarçoveya sîstemek demokratîk û azad de mafên gelê Minbicê hat parastin. Niha jî têkoşîna demokrasiyê ya li Minbicê didome. Bi taybet jî jin xwe bi rêxistinkirin dikin û xebatan li her qadê dikin. Ji bo civakek azad ev pêngavên girîng in."