ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2018'AN
- 09:00 28 Îlon 2018
- Rojev
*Jina bi navê Kefai Mehmûd a ji Minbicê derbarê pêvajoya dema ku Minbic ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû dagirkirin û piştî ku Minbic azad bû de got:"Dema ku DAÎŞ'ê Minbic dagir kir jin her dihatin çewisandin û tu mafên wan nedihat dayin. Wekî koleyan dihatin bikaranînin. Lê niha li Minbicê jiyanek hevpar û azad tê jiyîn. Jin dikarin di her qadê de bi awayekî azad bixebitin û xwe îfade bikin." DÎMEN HEYE
*Endama PYD'ê Zozan Dêrik derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de da zanîn ku zextên dagirkeran dê nikaribe gel bide hepiskirin û got:"Vîna azad nikare bê tecrîdkirin." BI DÎMEN
*Li gundê Mensûryê yê girêdayî Mêrdînê jinan dest bi çêkina beniyan kir. Jina bi navê Pelşîn Admîş, anî ziman ku karê wan gelek zamete û ew îsal ji ber krîza aborî gelek pirsgirêkan dijîn. BI DÎMEN
*Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, serlêdana ji bo îşkence û pêkanîn xirab ên li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li DMME’ê kiribû hat redkirin. Parlamentera HDP’ê Huda Kaya diyar kir ku biryar di encama piştevaniya hevpar a serdestan de hatiye dayîn û Meral Daniş jî got Girava Îmraliyê wek qutiya girtî hatiye veşartin.
Pero Dundar a HDP’î diyar kir ku tecrîda li hember Abdullah Ocalan li hember gelê Kurd e û wiha got: “Nêzîkatiyên DYA, Rusya û Tirkyeyê girêdayî vê tecrîdê ne. Li ser tunekirina kurdan tifaqên qirêj hatin kirin. Sibê tiştek cuda derkeve em ê dereng bimînin. Ji ber divê tişta pêwist em demildest bikin. Divê em van pêkanînan normal nebînin. Em bêdeng nemînin.” BI DÎMEN
*Der barê teşîrkirina wêne û îşkenceya li ser cenazeyê Ekîn Wan de, lêpirsîn hatibû destpêkirin û di dosyayê de tê gotin ku polîs û leşkerên li ser cenazê poz dane nasnameya wan hatiye tespîtkirin û di telefonên 24 kesî de li gel ku wêne heye jî hîna kes nehatiye darizandin an jî ji peywirê nehatine girtin.
* Li 6’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê TUYAP’ê ve pêk tê, standên ku weşanxaneyên Kurd vekirine rastî eleqeyek mezin tên. Xebatkarên weşanxaneyan diyar kirin ku pirtûkên xwendevan eleqeyê nîşan didin hatine qedexekirin û got qedexe der barê zimanê Kurd de ye.
*Xebatkara tenduristiyê Hatîce Beyhan ji bo hewcedariya 34 pisikan pêk bîne karê duyemîn dike destmalan difroşe. Hatîce xwe wek jinek dayika 34 zarokan bi nav dike û yek ji kesên herî tê nasîn a Beyogluyê ye. BI DÎMEN
*Hevşaredara Elbaqê Aynur Tarhan ku qeyûm tayînê şûna wê hatiye kirin diyar kir ku wan şaredariya bi hişmendiya teng û serdestiya mêr guhertine û jin û gel tevlî mekanîzmayên biryaran kirine û ji ber vê jî qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin. Aynurê bi lêv kir ku wê gel di hilbijartinên 2019’an de dîsa îradeya xwe dayne holê.
*“Di meha dawî de derbasî pergala kotayê bûne. Serê kes bi rêjiyek diyarkirî av tê dayîn. Yanî êdî peydakirina ava paqij ne pêkane.” JI HUNDIR