'Nivîsandin çalakiya ku jinê xweşik dike ye'

  • 16:59 27 Îlon 2018
  • Rojane
AMED - Li Fuara 6'emîn a ku ji aliyê TUYAP'ê ve hat vekirin de Komeleya Nivîskarên Jin panela bi navê 'Çima divê jin binivîsin' li dar xist. Nivîskarên ku di panelê de axivîn, diyar kirin ku nivsandin çalakiyeke jinê xweşik dike ye."
 
Li Fuara 6'emîn a ku ji aliyê TUYAP'ê ve li Amedê hat vekirin de Komeleya Nivîskarên Jin panela bi navê 'Çima divê jin binivîsin' li dar xist. Di panelê de Endamên Komeleya Nivîskarên Jin Sevîm Korkmaz Dînç û Bîrsen Înal axivîn. Panel bi parvekirina pirtûkên ku jinan nivîsî ne û bi parvekirina tecrûbeyên wan hat destpêkirin.
 
'Divê jinên nivîskar yekitiya xwe ava bikin'
 
Panelîsta nivîskar Sevî, bal kişand ser pirsgirêkên ku dema jin hildiberînin û wiha got: "Ji bo ku piştgirî ji jinên nivîskar re bê dayîn divê ku ev jin yekitiya xwe ava bikin. Lê gel vê jî divê ku em diwêjeyê de cihê jin lê ne lêpirsîn bikin. Dema ku me Komeleya Nivîskarên Jin ava kir em tenê wekî komeleya jinan nektin rê em li dijî kapîtalîzm û mîlîtarîzmê jî derketin. Wekî ku em partiyekê ava bikin em bi rêgezên xwe derketin rê. Îro ji tevahiya tirkiyeyê endamên me hene."
 
'Divê ku jin ji nivîsandinê netirsin'
 
Sevîm diyar kir ku divê jin dîroka xwe binivîsin û bi hişmendiya lêkolînê tevbigerin.  Sevîm anî ziman ku divê jinên karibin nivîsin bînin gel hev, aşkera bikin û wiha dirêjî da axafitina xwe: "Îro divê ku jin bibin yek û dîroka xwe hîn bibin. Divê ku jin ji nivîsandinê netirsin."
 
'Her jinek modelek e'
 
Panelîst nivîskar Bîrsen jî wiha got: "Her jinek modelek e, her derdê jinekê jî modelek e. Mînak jinek dema ku garis kom dike di bere nexşan jî çêdike. Jin ji bo ku zarokên xwe têr bikin mecbûr dimînin ku gelek karan bi hev re bikin. Nivîs mirov bi pêş dixe çalakiya nivîsandinê jinan xweşik dike."
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.