Parêzerên Abdullah Ocalan cara 750'emîn serlêdan kirin

  • 12:32 27 Îlon 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo biçin hevdîtina mûwekîlên xwe cara 750’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  Îbrahîm Bîlmez, Mazlum Dînç û Sînan Zîncîr ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin cara 750’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.  
 
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên ‘rewşa xirab a hewayê’, ‘Keştî xirabe ye’ û ‘Rewşa Awarte’ serlêdanên parêzeran red dike.
 
Parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve di sala 2011’an de 43 car, di ala 2012’an de 104 car, di sala 2013’an de 102 car, di sala 2014’an de 104 car, di sala 2015’an de 100 car, di sala 2016’an de 122 car, di sala 2017’an de 100 û di sala 2018’an de jî 75 car ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan kirin.