DMME'yê serlêdana Abdullah Ocalan red kir
- 12:18 27 Îlon 2018
- Rojane
STENBOL - DMME'yê serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a mûwekîlê wan rastî îşkencê û mûameleya xerab hatiye red kir.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a mûwekîlê wan di sala 2010’an de rastî îşkencê û mûameleya xerab hatinê red kir.
Parêzerên Abdullah Ocalan di sala 2010’an de serlêdan kiribûn û gotibûn: “Li Girtîgeha Îmraliyê, di sala 2008’an de, gardiyenan di dema lêgerîna qawîşê de, mûameleya xerab û û îşkence li mûwekîlên wan kirine.”
Di heman demê de, di serlêdana ji bo Dadgeha Strasbûrgê ya bi giliya Ocalan rastî mûameleya xerab a fîzîkî û devkî hatine de, Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropayê (HMME) got ku Tirkiyeyê madeyên 2 a derbarê mafê jiyanê de, 3 a derbarê qedexekirina îşkence û mûamelya xerab de, 6 a derbarê mafê darizandina adîlane de, 13 a derbarê mafê serlêdana bi bandor de û 14 ya derbarê qedexekirina cudakariyê de îhlal kirine.