Jinên Şengalê: Vegerin ser axa xwe
- 11:00 27 Îlon 2018
- Rojane
ŞENGAL - Jinên Êzidî derbarê lîstikên hukumeta Iraqê yên li dijî Şengalê de dan zanîn ku Şengal ne bê xwediye ew ê heta dawî li axa xwe xwedî derkevin û gotin:"Li dijî lîstikê hikumeta Iraqê û dewletên dagirker em têkoşîna xwe didomînin. Ji bo ev lîstikan vala derkeve pêdivî ji rêxistin û berxwedanek hevpar heye. Divê em li çand, huner, dîrok û li axa xwe xwedî derkevin."
Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kirin şûnde bi hezaran Êzidî hatin revandin, qetilkirin û koçberkirin. Jinên Şengalê derbarê mijarê de anîn ziman ku hikumeta Iraqê dixwaze demografiya Şengalê biguhere û got:"Ji bo Şengal bi hêviyek mezin bê xwedîkirin divê hemû Êzidî vegerin ser axa xwe û li dijî dagirkeran têbikoşin."
Jina bi navê Meyan Qasim da zanîn ku tu der wekî welatê mirovan ne şêrîn e û got:"Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî me kir şûnde em çûn Çiyayê Şengalê û li wir 7 rojan ma. Me di wê pêvajoyê de gelek zehmetî dîtin û xerîbî kişand. Piştre em derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Li wir gelê Rojava gelek qîmet da me. Lê dîsa jî me doza Şengalê dikir. Loma em vegeriyan ser axa xwe. Em dixwazin hemû kes vegerin ser axa xwe û em li dijî lîstikên hikumeta Iraqê û dagirkeran têbikoşin. Çimkî dema ku em bibin yek em ê bikaribin lîstikên neyaran vala derxin."
'Divê em Şengalê vala nehêlin'
Telê Hiseyn jî wiha got:"Piştî fermanê em çên Rojava piştî wê jî em çûn Başûrê Kurdistanê. Dema ku Şengal rizgar bû şûnde jî ez û zarokên xwe em dîsa vegeriyan Şengalê. Divê em Şengalê vala nehêlin da ku lîstikên Hikumeta Iraqê yên li ser Şengalê vala derkeve."
'Vegerin ser axa xwe'
Herî dawî Berfê Xelef jî got ku welatê mirovan ji hemû cihan xweştir e û wiha got:" Em ji hemû kesî re dibêjin ku vegerin ser axa xwe. Li dijî lîstikên hikumeta Iraqê û dewletên dagirker em têkoşîna xwe didomînin. Ji bo ev lîstikan vala derkeve pêdivî ji rêxistin û berxwedanek hevpar heye. Divê em li çand, huner, dîrok û li axa xwe xwedî derkevin. Ji bo Şengal bi hêviyek mezin bê xwedîkirin divê hemû Êzidî vegerin ser axa xwe û li dijî dagirkeran têbikoşin."