Xwestin ku jinekê qetil bikin

  • 10:43 27 Îlon 2018
  • Rojane
EDENE - Kesên nasnameya wan ne diyar xwestin ku jina bi navê Canan Canpolat a ku li Edeneyê dijî qetil bikin.
 
Kesên nasnameya wan ne diyar xwestin ku jina bi navê Canan Canpolat a ku li Seyhana Edeneyê dijî bi kêrê qetil bikin. Canan a ku giran birîndar bû, ji aliyê mêrê bi navê Erhan A. û  kesekî ku navê wî nehat zanîn ve bi wesayita taybet rakirin nexweşxaneyê. Hat aşkerakirin Canan a gitin ewmeliyat û gelek xwîn winda kiriye rewşa wê xirab e.
 
Kesên ku Cananê rakirin nexweşxaneyê jî hatin binçavkirin û îdeya wan hat gitin.