Li Şehbayê Çalakiya Çand û Hunerê hat lidarxistin
- 10:40 27 Îlon 2018
- Rojane
ŞEHBA - Çalakiyên Çand û Hunerê yên ku li di 25'ê Îlonê de li Şehbayê dest pê kiribû didome.
Bi dirûşma "Bi pîvana Netewa Demokratîk kar bikin û Efrînê rizgar bikin" çalakiyên çand û hunerê di 25'ê Îlonê de li Şehbayê dest pê kiribû. Li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê çalakî hat lidarxistin. Berî çalakî dest pê bike deqeyek ji bo têkoşerên azadiyê rêz hat girtin. Piştre Endamê Rêveberiya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê Niyazî Sîdo axivî û got:"Têkoşîn û berxwedana ji bo Efrînê ew ê bidome. Em ê hemû bi dilekî hevpar li dijî zilma dewleta tirk û çeteyên wê her serî hildin."
Piştî axaftinê koma govendê ya bi navê Kevneşopî derketin ser dikê. Piştre koma şanoyê ya bi navê Afrînerên Hêviyê derketin ser dikê. Her wiha Koma Kampa Berxwedanê jî derket ser dikê û stranên ku derbarê Efrînê de got.
Çalakiya Çand û Hunerê bi gerandina govendê bi dawî bû.