Kujerên Ceylanê nehatin dîtin
- 10:15 27 Îlon 2018
- Rojane
Şehriban Aslan
AMED - Ceylan Onkol a 12 salî bi guleya hewanê ya ku ji qereqolê hatibû avêtin, hatibû qetilkirin. 9 sal in ku di warê doza Ceylanê de tu pêşketin çê nebû. Dayika Ceylanê, Saliha Onkol diyar kir ku ew bi salan e têkoşîna edaletê didin û got:"Ji bo ku ser vê bûyerê bê girtin dewletê çi ji destan hat, kir lê ez dev ji têkoşîna edaletê bernadim.
Di 28'ê Îlona 2009'an de li Gundê Xiraba yê Licê Ceylan Onkol a 12 salî dema ku pez diçêrand bi guleya hewanê ya ji Qereqola Tapanteyê hat avêtin hat qetilkirin. Malbata ku çû cihê bûyerê bi cesedê ku parçe bûye rast hatin. Malbatê bûyer ragihand dozgeriya Licê lê dozger bi hinceta "ewlehî tune ye" 3 roj şûnde hat cihê bûyerê.
Dosya bi demboriyê rû bi rû ma
Derbarê gumanbaran de bi sûcê "Peywira xwe ne baş bi kar aniye" lêpirsîn hat destpêkirin. Dozger di 2013'an de derbarê dozê de birayara bêşopandinê da. Serdozgeriya Komarê ya Licê diyar kir ku delîlên di dosyayê de kêm in û di 30'ê Nîsana 2014'an de ji bo dosyayê "Biryara gerandina daîmî" da.
AÎHM'ê jî paşguh kir!
Malbata Ceylanê di 8'ê Cotmeha 2010'an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) da. AÎHM'ê di 2017'an de bersiva "Binpêkirina mafê jiyanê tune ye" da.
Daxwaza tezmînatê jî hat redkirin!
Malbatê di eleyhê Wezareta Karê Hundur de li 2'emîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê doz vekir. Dadgehê daxwaza tezmînatê red kir û biryara dayina 28 hezar û 208 tl dayina tezmînata aborî hat dayin.
'Hem keça min ji sitendin hem jî tenduristiya min ne baş bû'
Dayika Ceylanê Salîha Onkol diyar kir ku ji ber êşa keça xwe Ceylanê nexwşiyên mezin di wê de derketiye û got:"Piştî keça xwe hemû tişt min avêt hundir xwe. Çend sal berê rêviyên min kul bûbû. Emeliyata şaş kirin. Ji ber ku dîsa hemû derên min kul bû ez hefteya borî dîsa emeliyat bûm. Hem keça min ji min sitendin hem jî tenduristiya min ne baş bû. Lê xwezî keça min sax ba û bila dîsa min ev êşa bikişanda."
'Bila zarokên wekî din nemirin'
Salihayê da zanîn ku ev 9 sal ji ser qetilkirina Ceylanê derbas bûye lê hîn kujerên wê nehatine dîtin û got:"Ez li dû doza keça xwe me. Bedena keça min parçe parçe bû lê dadgeh ji bo ser bûyerê bikin gelek tişt kirin. AÎHM'ê ser dozê girt. Ev wîcdanekî çawa ye? Di destên keça min de ne çek hebû ne jî tiştekî din. Ji bo ajalan biçêrîne tenê çoyekî biçûk di destên wê de hebû. Keça min bi zanebûnî hat kuştin. Dilê min gelekî şewitî, her roj dişewite. Dilê min dişewite lê dîsa jî ez aştiyê dixwazim. Bila wekî din zarok nemirin û dayikên zarokan êdî negirîn."