Ji rojnameger û nûçeyan re azadî: Em ê dest ji têkoşîna heqîqetê bernedin

  • 09:11 27 Îlon 2018
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
AMED - Rojnamegeran balkişand ser zextên li ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya hatiye girtin û diyar kirin ku girtin û binçavkirin biryarên siyasî ne û gotin: “Ji rojnameger û nûçeyan re azadî."
 
Di 28’ê Adarê de qeyûm tayînê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat kirin û di 8’ê Tîrmehê de jî bi KHK’ê hat girtin. Piştre qeyûm tayînê Gun Matbaayê hat kirin. Di nav de xwediyên îmtiyazê yên rojnameyê jî heye 6 kes hatin girtin, der barê 14 kesan de doz hat vekirin. runiştina yekem di 12’ê îlonê de li 23’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Di runiştinê de biryara tahliyekirina rojnameger Pinar Tarlak hat dayîn. Ji bo rojnamegerên din jî biryara berdewamkirina girtinê hat dayîn. Rojnamegerên piştgirî dan hevpîşeyên xwe jî diyar kirin ku ev biryar siyasiye û wê piştevaniyê bidomînin.
 
‘Yên li gorî desthilatdariyê nenivîsin hatin girtin’
 
Ji edîtorên Ajansa Mezopotamyayê Dîcle Muftuoglu destnîşan kir ku ev zext ne nû ne û di hemû pêvajoyan de ji aliyê desthilatdariyê ve zext hatine berdewamkirin. Dîcleyê got: “Beşek mezin a îdianameyan ji nûçeyên rojnameyê pêk tên. Nûçe jî der barê Efrînê de ne. Em dikarin bêjin bi Efrînê re pêvajoyek nû dest pê kiriye. Beriya operasyona Efrînê serokwezîrê demî xebatkarên çapemenî û weşanan kom kir û deklerasyona ji 15 xalî pêk dihat weşand. Di vê deklerasyonê de divê nûçe çawa çêbibin cih digirt. Nûçegîhaniya yek ziman û yek dengî ferz kirin. Gelek kes di pêvajoya Efrînê de hat girtin. Têkoşîna me ya ji kevneşopiya çapemeniya azad tê wê bidome.”
 
‘Biryara dadgehê ne hiqûqiye’
 
Rojnamger Esra Solîn Dal jî bi lêv kir ku êrîş li dijî pîşeya rojnamegeriyê hatiye kirin û piştî 24’ê hezîranê şûnde zextên li hemberî çapemeniyê zêde bûne û ev tişt vegot: “Bi vê pêvajoyê re rejîma yek kesî ket jiyana me. Li hember çapemeniya Kurd û çapemeniya muxalîf zext hat jiyîn. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî jî ji vê para xwe girt.Biryarên merciyên hiqûqî didin jî siyasî ne.
 
Nûçegîhana Dokuz8haber Zel Karademîr jî ku di salvegera komkujiya Pirsûsê de di 20’ê Tîrmehê de li ber Operaya Sureya a Kadikoy a Stenbolê dema nûçe dişopand rastî şîdeta polîsan hat, diyar kir ku zextên polîsan pîşeya rojnamegeriyê pir zehmet kiriye. Zele her wiha bi lêv kir ku ji aliyê desthilatdariyê ve rojnamegeriya muxalîf tê îlegalîzekirin.