Girtiyê nexweş yê dermanê wî nehat dayîn, bi kelepçeyê derman kirin!
- 09:09 27 Îlon 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Girtiya bi navê Selamet Mat ku di serdegirtina malan de hat binçavirin û girtin, hat hînbûn ku ji ber dermanên wî nehatine dayîn rewşa wî xirab bûye û rakirine nexweşxaneyê. Selamet 4 rojan li nexweşxaneyê bi kelepçeyê hatiye dermankirin û agahî jî nedane malbatê.
Li Cizîrê ya Şirnexê di 5’ê Tîrmehê de bi ser mala Selamet Mat (56) de hat girtin û piştre hat girtin. Yekem rûniştina Selametê di 19’ê catmehê de ew ê bê dîtin. Malbata Selametê diyar kirin ku tevî temenê wê yê mezin hatiye girtin û gelek nexweşiyên wê hene. Malbatê daxuyakirin ku ji ber li girtîgehê hefteyekê dermanên wê nehatine dayîn, rewşa wê xirab bûye û 4 rojan li nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê maye.
Ji ber neçû koguşa serbixweyan, rastî heqeretan hat
Bûka Selametê, Hulya Mat roja serdegirtina malê wiha vegot: “Bi şev saet nêzî 03.00’an bû. Bi ser mala me de girtin. Dayika min du rojan di bin çavan de ma. Piştre hat girtin. Şeva hatiye girtin gardiyanan gotiye tu diçî kîjan alî? Wê jî gotiye ‘koguşa siyasî’. Gotine ‘çima tu diçî wir, çima naçî alî din? Ev jin wek beraza ye’. Rewşa wê li wir her diçe xirab dibe.”
‘Ji ber derman nedanê rewşa wê xirab bûye’
Hulyayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Selamet ji ber şerdên zehmet ên girtîgehê gelê zehmetiyan dikşîne û wiha pêde çû: “Nexweşa Vertîgo û hîpertansiyonê ye. Di pêsîra wê de kîtle heye. Ji her du pêsîran emeliyat bû. Berê jî ji safra kesesî emeliyat bûye. Hefteya ewil a girtina wê de her dermanên wê yên hîpertansiyonê nedanê. Li ser vê rewşa wê xirab bûye. Doktorê revîrê derman nedayê. Birine nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê. Dayika min li wir dermankirin qebûl nekiriye. Piştî rewşa wê nebaş bûye derman kirine. 4 roj li wir bi kelepçeyê maye. Lê kesî agahî neda me.”
Hulyayê di dawiya axaftina xwe de got rûniştina Selametê di 19’ê cotmehê de tê dîtin û bang kir ku divê hemû girtiyên nexweş bên berdan.