Ji salên 90’î tiştên di bîra wan de mane: Êş, komkujî û sirgûn e
- 09:04 27 Îlon 2018
- Jiyan
MÊRDÎN - Şahidên salên 90'î yên jin ên gundê Şêbê yê navçeya Qoser behsa êş û komkujiyên ku wan salan pêk hatin kirin. Jinan diyar kirin ku ji wê demê heta roja îro tu tişt negûheriye.
Dema mirov dibêje salên 90’î îşkence, kuştin, hilweşandin, kuştinên kiriyarên wan ne diyar û komkûjî tê bîra mirovan. Jinên gundê Şebê yê Qosera Mêrdînê ku ji sala 1994'an re şahidî kirine ji kameraya me re axivîn û bahsa wan salan kirin.
‘Leşkeran tiştên xirap anîn serê jinan’
Ji van jinên ku ji bûyerên salên 90'î re şahidî kirine yek jê jî Huriyet Demîr a 65 salî ye ku niha li gundê Şêbê yê navçeya Qosera Mêrdînê dijî ye. Huriyet, di destpêka axaftina xwe de got ku dewletê di sala 1994’an de bi ser gundê wan de girtiye û gundê wan şewitandiye. Huriyet, zilma ku di sala 94’an de dîtiye wiha vegot: “Agahiya me ji tu tiştî tunebû û leşkeran bi ser gundê me de girt. Wê demê zivistan bû. Di serdegiritnê de hemû xaniyên li gund hatin şewitandin û hilweşandin. Ji van malan yek jî ya birayê min bû. Birayê min di xaniyê xwe de bû û leşkeran agir bera malê da. Xwestin ku birayê min bi zindî bişewitînin. Me bi zorê birayê xwe ji nava agar derxist. Dema me wî derxist rih di bedena wî de mabû. Ji aliyekî ve jî bavê leşkeran bi copan li bavê min ê ku wê demê kal bû didan. Zilma herî mezin jî li me jinan hat kirin. Leşkeran hemû jinên gund di xaniyekî de kom kirin û ketin nav wan. Leşkeran gelek tiştên xirab anîn serê me. Hîn jî jinên ku ji wê demê de derûniya wan xirabe maye hene.”
‘Wê demê leşkeran 17 kes ji malbata me kuştin’
Huriyet, di berdewama axaftina xwe de got ku wê demê birayê wî yê bi navê Pîro Ay ji aliyê leşkeran ve hatiye înfazkirin û wiha behsa bûyerê kir: “Birayê min bavê 5 zarokan bû. Leşkeran hat ew birin û li Çemê Şêbê kuştin. Cenazeyê wî jî winda kiri nû nedan me. Birayê min jî bi kuşitna kiryarên tên veşartin hat qetilkirin. Me cenazeyê wî nedît. Wê demê hemû mêrên gund li hinda dibistanê kom kirin û îşkence li wan kirin. Piştre mêrên gund xistin nav çemê cemidî. Leşkeran nava zivistanê buz dida ser laşên wan. Ji bedena hemûyan xwîn diherikî û birîndar bûn. Ji ber wê îşkenceya hat kirin gelek kes mirin. Wê demê leşkeran 17 kes ji malbata me kuştin. Piştre leşkeran bi darê zorê em ji gundê me derxistin. Di meha zivistanê de me nizanibû em ê biçin kîderê.”
'Em 15 salan li koçberiyê jiyan’
Huriyet a ku ji aliyekî rondikên çavên xwe paqij dike û ji aliyekî ve jî behsa wê demê dike ev tişt got: “Piştre em neçar man ku ji gund derbikevin. Wê demê her kes bi cihekî ve çû. Me jî berê xwe da Îzmîrê. Em ne bitenê li Îzmîrê man. Her wiha em çûn gellek bajarên din jî. Jiyana me 15 salan li koçberiyê derbas bû. Li koçberiyê ji bo em debara xwe bikin em neçar man ku di karên herî zahmet de bixebitin. Em di erdên xelkê de xebitîn û di dema xebatê de jî mafê me hat binpêkirin. Me wek dijmin didîtin. Jiyana me gellek zehmet bû. Em di rewşeke xirap de bûn. Rewşa me ji rewşa Kobanê û Efrînê xirap tir bû. Di şerê Kobanê û Efrînê de gel xwedî li kesên hatin koçberkirin derket. Lê tu kes xwedî li me derneket. Dema em ji gund derketin zivistan bû. Me xwest ku em ji bo zarokên xwe betaniyan bigirin lê leşeran ji destê me derxistin. Em van neheqiyan tu carî ji bîr nakin.”
‘Hîn şopên wan êşan di dilê me de ne’
Huriyet, di dawiya axaftina xwe de got ku tiştê wan dîtiye tu kesî nedîtiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hîn şopên êşên me îro jî hene. Em nikarin tiştê me jiya ji bîr bikin. Piştî 15 salan em carekedin vegeriyan gundê xwe û 6-7 sal in em li gundê xwe ne. Dema em vegeriyan gundê xwe me dît ku gund wêran bûye. Me ji xwe re di serî de carekedin xanî çêkir. Em niha sewalan xwedî dikin û debara xwe bi berhemên ji wan digirin dikin. Di gundê me de beriya ku ew rewş biqewime nêzî 200 mal hebûn, niha bi tenê 17-18 mal hene. Erdogan çi ji me dixwaze! Niha tu tiştekî me tune ye. Em îro hîn jî birînên xwe dipêçin. Em tucarî wê zilmê ji bîr nakin.”
‘Salên 90’î bûn salên windayan’
Jina bi navê Emîne Adar ya 60 salî jî ku li gundê Pinpinîk ê navçeya Qosera Mêrdînê dijî di salên 94’an de gundê Şêbê jiyaye. Emîne jî wiha besha wê demê kir: “Wê demê leşkeran îşkenceyek gellek xirap li me jinan û zarokan jî kir. Di meha zivistanê de xaniyên me şewitandin, gellek kes jî kuştin. Ew zilm îro hîn jî berdewam dike. Leşkeran wê demê îşkence gellek li me kir û em ji gund derxistin. Piştre em jî hatin gundê Pinpinîk. Em niha li vir dijîn. Lê îro jî li dijî me qedexe, tehdît û îşkence heye. Leşker êvaran bi ser gund de digirin û nahêlin ku tu kes ji gund derbikeve. Tişta me kurdan dîtiye tu kesên din neditine. Wê gelê kurd tu carî wan efû neke. Salên 90’î bûn salên windayan. ”