ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2018'AN

  • 09:00 27 Îlon 2018
  • Rojev
*Jinên ku li Firina bi navê Alî ya li Minbicê dixebitin dibêjin ku ew bi hêz, îrade û baweriya xwe dikarin debara xwe bikin û hêviyên civakê geş bikin. DÎMEN HEYE
 
*Di cîhanê de kesên gelek serkeftî hene û ev kesan bi serkeftina xwe wateyê dide jiyanê. Jixwe serkeftin wateya jiyanê ye. Gotina "Ger ku mirov bixwaze dikare bi serkeftinên mezin xwe di her kêliyên jiyanê de birêxistin bikin" dide xuyakirin ku xwebirêxistinkirin berhema encama serkeftinê ye. Gelek jinên serkeftî jî hene ku xwe di gelek kêliyên jiyanê de birêxistin kirine û bûne mînakên giranbiha. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Şahidên salên 90'î yên jin ên gundê Şêbê yê navçeya Qoser behsa êş û komkujiyên ku wan salan pêk hatin kirin. Jinan diyar kirin ku ji wê demê heta roja îro tu tişt negûheriye. DÎMEN HEYE
 
*Serdema yek ji parçeyên herî girîng ya amadekariya zivistanê ya tirşiyê dest pê kir. Lê ji ber krîza heyî îsal wê tirşî nekeve malan. Canan Durmaz a her sal bi çêkirina tirşiyê debara xwe dike wih agot: “Ji bo tirşiyê çêbikim ji bazarê nikarim sebze bikirim. Wisa biçe ne tirşî em ê nikaribin xwarinek sebze jî çêbikin.” BI DÎMEN
 
*Yek ji berxwedêrên Flormarê Nurhan Guler diyar kir ku bi hinceta sendîkayiye hatiye derxistin û got wê 14 salan beramberê keda xwe negirtiye û wiha got: “Wan got ev jinin emê berxwedana vana bişkînin. Lê em bi ser ketin. Ew jî vê dizanin. Ji me ditirsin.” BI DÎMEN
 
*Ceylan Onkol a 12 salî bi guleya hewanê ya ku ji qereqolê hatibû avêtin, hatibû qetilkirin. 9 sal in ku di warê doza Ceylanê de tu pêşketin çê nebû. Dayika Ceylanê, Saliha Onkol diyar kir ku ew bi salan e têkoşîna edaletê didin û got:"Ji bo ku ser vê bûyerê bê girtin dewletê çi ji destan hat, kir lê ez dev ji têkoşîna edaletê bernadim.  DÎMEN HEYE
 
*Hevberdevka DÎK’ê Huda Kaya diyar kir ku bi sedsalane ol wek alava serdestiyê li ser gelan tê bikaranîn û wiha got: “Di oldariya Yezid de hiş hatiye tunekirin. Li ser serîtewandinek bê şert û merc kevneşopiyek ol hatiye avakirin, civakek nafikire derxistine holê.” BI DÎMEN
 
*Girtiya bi navê Selamet Mat ku di serdegirtina malan de hat binçavirin û girtin, hat hînbûn ku ji ber dermanên wî nehatine dayîn rewşa wî xirab bûye û rakirine nexweşxaneyê. Selamet 4 rojan li nexweşxaneyê bi kelepçeyê hatiye dermankirin û agahî jî nedane malbatê. BI DÎMEN