Li Hewlêrê xeta '119 ya tundiya lezgîn' hat vekirin

  • 16:06 26 Îlon 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li hewlêrê şahiyek ku hat lidarixistin ji bo  kesên bi tundiyê re rûbirû dimînin xeta '119 ya tundiya lezgîn' hat vekirin. Xeta serwîsa acîl ku hat vekirin wê 24 saetan xizmetê bide.
 
Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya têkoşîna bi tundiya li ser jinê de di pêşengiya rêxistina UNFPA'yê de li Hewlêrê li Navenda Têkoşîna bi Tundiya di nav Malbatê de şahiyek li dar xist. Di şahiya ku hat lidarxisitn de ji bo ferdên malabtê ku bi tundiyê re rûbirû dimînin xebta 119 ya tundiya lezgîn hat vekriin. Hat ragihandin ku xeta 119 ya hat vekirin ew ê rojê 24 saetan xizmetê bide kesên bi tundiyê re rûbirû dimînin.
 
Rêvebera Saziya Têkoşîna bi Tundiyê re Kurdê Omer derbarê xeta hat vekirin de wiha got: " Vekirina xeta 119 ya tundiya acîl girîng e. Em dikarin bi vê xetê xwe bigihînin kesên ku alîkariye dixwazin. Xet tenê ne ji bo jinan ji bo tevahiya ferdên malbatê yên ku bi tundiyê re rûbirû dimînin e.  Kesên li vê xetê dixebitin di warê mijarê de pirspor in û ew ê ji bo kesên ku alîkariyê dixwazin bibin alîkar."