Serlêdana Esma ya ji bo berdana bi şertê kontrola edlî hat redkrin

  • 11:22 26 Îlon 2018
  • Rojane
NAVENDAN NÛÇEYAN - Serlêdana Esma Yilmaz a ji bo berdana bi şertê kontrola edlî ku bi zaroka xwe ya 14 mehî ya nexeşa astimê ye re di Girtîgeha Rihayê de de tê girtin bi hincedat ku di 'qawîşa alîgir' de tê girtin' hat redkirin. 
 
Serlêdana Esma Yilmaz a ji bo berdana bi şertê kontrola edlî ku bi zaroka xwe ya 14 mehî ya nexeşa astimê ye re di Girtîgeha Rihayê a bi hejmar T 2 de de tê girtin bi hincedat ku di 'qawîşa alîgir' de tê girtin'  DI 25'ê Tîrmeha 2018'an de hatibû redkirin. Biryara sedema ku çima serlêdana Esmayê ya ji bo berdana bi şertê kontorola edlî û girtîgeha malê nehatiye qebûlkirin hat aşkerakirin.  
 
Di biryarê de, hat diyarkirin ku ku Esmayê di 30'ê mijdara 2017'an de ji bo derbasî qawîşa alîgir bibe daxwazname daye û ji bo kesên ku propagandaya rêxistinê dikin divê ku wekî sucdarên rêxisitnê bên nirxandin.  
 
Di dawiya biryarê de wiha hat gotin: "Di lêkolîna ku hat kirin de hat dîtin ku girtî ji ber wekî alîgir tevgeriyayê biriyar hatiye dayîn ku bi şetê kontrola edlî nikare bê berdan."