Keştiya koçberan hat gulebarankirin: Jinekê jiyana xwe ji dest da
- 10:12 26 Îlon 2018
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêza Leşkerî ya Fasê ya Bahrê keştiya ku koçber têde bûn gulebaran kir. Jinekê jiyana xwe ji dest da.
Hêza Leşkerî ya Bahrê ya Fasê keştiya koçberan a ku ji Bahra Spî derbasî Îspanyayê dibû gulebaran kir. Di bûyera ku hat jiyîn de jinekê jiyana xwe ji dest da û sê kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku polîs kesên ji tevgera keştiyê berpirsiyar binçav kirine.