Dayikên Şemiyê: 23 sal berê jî qurnefîlên me dihatin binçavkirin

  • 09:04 26 Îlon 2018
  • Rojane
STENBOL - Ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz û Hanim Tosun ku bariyerên Qada Galatasarayê ya hatiye qedexekirin derbas kirine, qurnefîlên xwe avêtin pişt bariyeran. Çawa Hanim û Hanîfeyê qurnefîl avêtin polîsan bi fikarek mezin qurnefîl ji qadê kom kirin. Dayikên ev fikarên polîsan dîtin diyar kirin ku ev 23 sal e çavên wan li qurnefîlan e.
 
Dayikên Şemiyê bi daxwaza ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev û aqûbeta windayan dipirsin. Hefteya 700’î ya çalakiyê ji aliyê wezareta karê hundir ve hat qedexekirin û gelek kes hatibûn binçavkirin. Di hefteya 704’emîn de polîsan bi bariyeran Qada Galatasarayê dorpêç kirin û li Kolana Îstîklalê tedbîrên ewlehiyê girtin. Polîsan her du aliyê kolana ku ÎHD lê ye girtin û destûr nedan dayik ji ber ÎHD’ê bimeşin. Dayika Murat Yildiz yê hatibû windakirin, Hanîfe Yildiz û hevjîna Fehmî Tosun, Hanim Tosun, parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay û parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu çûn qada Galatasarayê û xwestin qurnefîlan dînin.
 
Hanim Tosun û Hanîfe Yildiz tevî astengiya polîsan qurnefîlên xwe ji ser bariyerên polîsan avêtin Qada Galatasarayê. Hanim û Hanîfeyê çawa qurnefîl avêtin, polîs bi fikarên mezin qurnefîl ji qadê kom kirin.
 
‘Ev 23 sal e çavên wan li qurnefîlan bû’
 
Hanîfeyê destnîşan kir ku ev 23 sal e çavên wan li qurnefîlan e û wiha pê de çû: “Bi binçavkirina qurnefîlan hewl didin xwe rehet bikin. Min ji wan re got hûn qurnefîlan binçav dikin. Min ji wan re got ‘em ê wan qurnefîlan dînin wir.’. Wan jî got ‘talîmata ji bo me hatiye divê em bînin cih’. Me jî got madem hûn peywira xwe tînin cih çima ev 23 sal e we neanî cih. Tevî her tiştî me her hefte çalakiya bêdeng pêk anî. Çima wisa dibe? Sedema wê talîmata tê dayînê ye. Em ê qurnefîlên xwe bibin wir. Qurnefîl kûlîlkek e. Tehemula wan li dijî kulîlkan jî tune ye.”
 
‘Hema kom bikin qurnefîlan’
 
Hanim Tosun jî daxuyakirin ku li ser astengiya polîsan xwestine tiştekî cuda bikin û wiha pê de çû: “Me bi dayika Hanîfe re biryar dabû em rast biçin Galatasarayê. Me hewl da em biçin. mixabin polîsan rê girtibûn. Me jî ji polîsan re got rê vekin em ê qurnefîlan bidin ber peyker, venekirin. Em 15-20 deqe axivîn. Me dît nabe. Em ji aliyekî vegeriyan. Me ji ser bariyeran qurnefîl avêtin.”
 
‘Em ê wê qadê bigirin’
 
Hanimê bi lêv kir ku qada Galatasarayê derbas kirine, qurnefîl avêtine û qad vala nehiştine û wiha berdewam kir: “Me ew qad vala nehişt. Wan hêz, bariyer, panzer û TOMA yên xwe li wir bi cih kirin. Dîsa jî li pêş me nebûn asteng. Wê ji vir şûnde jî asteng nebin. Heta em wê qadê ji wan bigirin em ê berxwe bidin. Ew îşkenceyê jî bikin em ê dest jê bernedin.”