ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2018'AN

  • 09:00 26 Îlon 2018
  • Rojev
*Kooperatîfa Qesrik a ku di sala 2014'an de ji aliyê 300 Endaman ji bajarê Zirgan, Dirbêsiyê û Til Temirê yê Kantona Hesekê ve hat avakirin, ji bo avakirina rihê komunal di nava bjaran de xwedî girîngiyeke mezin e.  
 
*Rêvebera Komuna Şehîd Zerdeşt a bajarê Serêkaniyê Emîna Xalid diyar kir ku jin roleke serke û bi hêz di avakirin û perwerdekirina civakê de dilîzin. Jinên ku di komunan de dixebtin jî di heman demê de ji bo civaka xwe pêş bixin di nav xebatan de ne.
 
*Ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz û Hanim Tosun ku bariyerên Qada Galatasarayê ya hatiye qedexekirin derbas kirine, qurnefîlên xwe avêtin pişt bariyeran. Çawa Hanim û Hanîfeyê qurnefîl avêtin polîsan bi fikarek mezin qurnefîl ji qadê kom kirin. Dayikên ev fikarên polîsan dîtin diyar kirin ku ev 23 sal e çavên wan li qurnefîlan e. DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku li dijî polîtîkayên AKP’ê yên destkeftiyên jinan hedef digirin, ji kolanê bigirin heta Meclîsê li her qadê ji bo xwe rêxistin bikin civîn pêk anîne û dixwazin bi jinên partiyên din re jî xebatên xweser bimeşînin, ji bo vê hewldanên wan hene. DÎMEN HEYE
 
*Komşu Kafe ya 4 sal berê li Kadikoyê hat vekirin, li dijî çanda bikarhêneriyê, pergalek xwe dispêre hilberînê, jiyana kolektîf û aboriya kolektîf, esas digire. DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa DÎSK’ê pispora Sendîkayê Pinar Abdal diyar kir ku tevî ku Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê sala 2018’an wek ‘Sala Têkoşîna li hemberî karkeriya zarokan’ îlan kiriye jî hejmara zarokên karker zêde bûye. BI DÎMEN