26 Jin li gundê Xurxuriyê Tevlî Perwedê Bûn
- 16:07 25 Îlon 2018
- Rojane
KOBANÊ- Rêxistina Kongera Star li kantona Kobanê li gundê xurxuriyê perwerdeyeke birdozî û leşekerî dan destpêkirin.
Li gundê xurxuriyê ku li rojavayê Kantona Kobanê dikeve bi tevlêbûna 26 jinan ji aliyê Kongreya Star ve derbasî perwerdeya bi navê şehîd Mediya Ararat hatin kirin. Perwerdeya ku wê 7 rojan bidome li Komungeha Şehîd Dicle bi waneyên li giringiya perwedê, rêbaz, çand û exlaq, welatparêzî, hevpeymana Kongireya Star û perwerdeya leşkeri saet ji 9'an heta 12'an wê dewam bike.
Dayikên ku tevlî perwerdeyê bûn diyar kirin ku wê bi riya perwerdeyê bigihêjin fikir û ramanên rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan.
Jina bi navê Fatima Eloso diyar kir ku bi riya perwerdeyê jina kurd îro xwedî iradeye û wiha dirêjî da axaftina xwe:" Weke ku me di perwerdeyê de naskir ku jin di civaka xwezayî de xwedî îrade bû, îro jî em weke jinên kurd em ê wê dîrokê bi riya perwedeyê ji nû va zindî bikin. Perwede, zanebûn û dîroka xwe naskirin e.”
Dayika bi navê zelîxa Eloso jî anî ziman ku armanca jinan ji perwerdê ew e ku dîroka xwe nas bikin û xwedî li zimanê xwe derbikevin. Zelîxa wiha got:" Di perwerdeyê de me naskir ku jin xwedî şênkirina cîhanê ye. Vê jî em bi riya felsefeya Serok Apo nas dikin."
Eyna Muslim jî wiha got:" Bi riya perwerdeyê me ew sînorê rijîma beasê şkênad û em gihîştin vê rojê ku em îro hejmareke mezin dayik û ciwan tevli perwerdeyê bûn. Hezkirina me ji perwerdeyê ew e ku serokê xwe bi riya rastiyê ji nava çar dîwaran derxin. "