Parêzerên Abdullah Ocalan cara 790'emîn serî li serdozgeriyê dan
- 15:14 25 Îlon 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 790’emîn serî li serdozgeriyê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Serbay Koklu, Cengîz Yureklî û Raziye Turgut ji bo bi muwekilê xwe Abdulla Ocalan re hevditinê bikin cara 790’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên ‘rewşa xirab a hewayê’, ‘Keştî xirabe ye’ û ‘Rewşa Awarte’ serlêdanên parêzeran red dike.