Girtiyên tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin hatin derbkirin

  • 15:14 25 Îlon 2018
  • Rojane
AMED - Danişina doza 19 jê girtî 40 kesên ji doza Sûrê ten darizandin li 5'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ditin. Kesên li salonê parastin kirin û tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin, parastina wan hat qutkirin û li derve rastî derbkirina cendirmeyan hatin. 
 
19 jê girtî 40 kesên ji doza Sûrê ya serdema qedexeya kolanan hatin girtin û doz li wan hat vekirin, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê daneşîna wan hat kirin. Di danişîna dozê de tenê 4 kesên girtî û parêzerên wan amade bûn. Piştî xwendina nasnameyan û îdîayan, kesên girtî tên girtin xwestin parastinê bikin. Lê ji ber ku 4 kesên girtî tên darizandin ewil tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û xwestin parastinê bikin, heyeta dadgehê destûr neda parastinê bikin û derxistin dervê salonê. Serokê dadgehê bi hinceta “propaganda rêxistinê dike" parastina kesan qut kir û ew derxitin derve. kesên derxistin derve bi derbkirina cendirmeyan re rûbirû man. 
 
Li ser tişta hat jiyîn serokê dadgehê naber da daneşînê.