Binpêkirinên mafan li Girtîgeha Xerpêtê her ku diçe zêde dibin

  • 14:51 25 Îlon 2018
  • Rojane
XARPÊT - Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê, gardiyan tim bi ser qawîşên girtiyan de digirin, êrîşî girtiyan dikin û dest datînin ser nîşeyên girtiyan.
 
Li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê, binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên siyasî bê navber berdewam dikin. Malbatan piştî hevdîtina bi xizmên xwe re kirin, ragihandin ku Îşkence, mûameleya xarab û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Xarpêtê bi dawî nabin û berdewam dikin. Girtiyên bi armanca hişyarkirinê di 12’ê Îlonê de ji bo 3 rojan çalakiya greva birçûbûnê pêk anîn, ji aliyê gardiyenan ve hatibûn derpkirin û kiribûn odeyên yek kesî. Girtî hîna jî di hucreyan de tên girtin û ji bo hin girtiyan jî dibin navê lêpirsîna dîsîplînê de, ceza hatiye birîn. 
 
Malbatan, diyar kirin ku gardiyan pir zêde bi ser qawîşên girtiyan de digirin û wiha gotin: “Gardiyan êrîşî girtiyan dikin, wan derp dikin û dest datînin ser nişeyên wan. Rayedarên girtîgehê bi awayekê keyfî qewişên girtiyan diguherin û tenê kincên wan didin. Hevdîtinên telefonê jî bi awayekê keyfî asteng dikin. Dema girtî bi malbatên xwe re diaxivin jî, ji nişkan de telefonê qût dikin. Dîsan destûr nadin girtî derkevin qadên hevpar ên civakî.” 
 
Banga hestiyariyê
 
Malbatan, anîn ziman ku rayedarên girtîgehê bi tu awayî bersiv nade daxwaznemeyên girtiyan û banga hestiyariyê li rêxistinên mafên mirovan, partiyên siyasî, hemû sazî û dezgehên civaka sivîl kirin ku bi hestiyarî tevbigerin.