AÎHM wê biryara xwe ya derbarê Abdullah Ocalan de aşkera bike
- 14:37 25 Îlon 2018
- Rojane
STENBOL - AHÎM, wê derbarê serlêdana Parêzerên Abdullah Ocalan ku muwekîlê wan bi îşkence û muameleya xirab re rûbirû dimîne de di 27'ê Îlonê de biryara xwe aşkera bike.
Komeleya Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) wê derbarê serlêdana parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ku di 2010'an de gotibûn muwekîlê wan bi muameleya xirab re rûbirû dimîne de biryara xwe di 27'ê Îlonê roja pêncşemê aşkera bike.
Parêzerên Abdullah Ocalan di serlêdana ku di 2010'an de kiribûn, diyar kiribûn ku muwekîlê wan Abdullah Ocalan ê ku di girtîgeha Îmraliyê de dimîne di dema lêgerîna qawîşê ya 2008'an de bi muameleya xirab re rûbirû maye.