Rojnamegerên jin weşangeriya jinê niqaş kirin
- 11:20 25 Îlon 2018
- Rojane
AMED - Di pêşengiya Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê de bi tevlibûna 60 jinan atoleya bi navê "Rojnamgerên jin weşangeriya jinê niqaş dikin" hat lidarxistin.
Di pêşengiya Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê de di navbera 23 û 24'ê Îlonê de civîna bi navê "Rojnamegerên jin weşangeriya jinê nikqaş dikin" hat lidarxistin. Civîna ku li avahiya Sendîkaya Kedkarên Tendirustî û Xizmetên Civakî (SES) hat lidarxisitn bi giştî ji JINNEWS, Ajansa Mezopotamyay (MA), E-Rojname û ji Rojnameya Yenî Yaşam 60 rojnamegerên jin tevli bûn. Jinan serdema nû ya weşangeriya jinê niqaş kirin û ji bo serdema nû ya weşanê pêşniyarên xwe kirin.
Di civînê de bi giştî li ser têgehên ku di nûçeyan de tên bikaranîn niqaş hatin kirin. Jinên rojnameger anîn ziman ku jin muhatabê hemû pêvajoyan e û gotin ku ew şahidên vê pêvajoya ku tê jiyîne ne. Jinan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê jinên rojnameger bi gelek aste3ngiyan re rûbirû dimînin. Herwiha jinan diyar kir ku ewê di vê pêvajoyê de xwe zêdetir bigihînin jinên rojnamger.
Atolyeya 2 reojan berdewam kir bi niqaşên jinan ên serdema nû bi dawî bû.