Bersiva ji bo daxwaznameyan hat dayîn, cezayê pere ye!
- 09:09 25 Îlon 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Halîme Yaş ku nexwest xaniyê xwê yê li Cizîrê ku zerar dîtiye û ketiye qada bi rîsk, veguhere TOKÎ’yê, diyar kir ku ji bo vê 4 daxwazname daye û her çar daxwazname jî wek 440 TL cezayê pere li wan vegerya ye. Halîmeyê daxuyakirin ku çi dibe bila bibe wê xaniyê xwe nede hilweşandin.
Li Cizîrê di qedexeya derketina derve ya 3 sal berê hat îlankirin de gelek xaniyên texrîb bibûn hatin hilweşandin. Piştî qedexeyê ji bo 9 taxan biryara ‘qada bi rîsk’ hat dayîn û li şûna xaniyên hatin hilweşandin jî avahiyên TOKÎ'yê hatin çêkirin û hîna ev xanî nehatine teslîmkirin. Malbatên ku nexwestin xaniyên wan yên ketine qada bi rîsk bên xirakirin jî hîna têkoşîna xwe berdewam dkiin
.
Yek ji van welatiyan jî Halîme Yaş e. Helîme Yaş got ku ji bo xaniyê wê neyê hilweşandin 4 caran daxwazname daye lê 440 TL cezayê pere dane wan.
‘Tiştekî min xilas nebû’
Halîmeyê bi lêv kir ku di xaniyên xwe yên taxa Cudî de heta qedexeya dawî mane lê piştî qedexeya dawî neçar mane derkevin û wiha got: “Ji ber bombe û guleyan em neçar man derkevin. Piştî em ji vir derketin her kes li cihekî belav bû. Piştî qedexe qediyan em vegeriyan malê lê tiştek nemabû. Alavên me hemû, heta deriyan hatibûn dizîn. Em hatin me xanî ji nû ve çêkirin. Hîna şopa bombeyan li xaniyê min heye. Niha rê jî li ber derî tune ye. Li cihên ku berê cîranên min hebûn niha TOKÎ hene. Me bi hevkariya parêzeran bi dehan carî daxwazname da wezaretê. Wan jî gotin ‘hun dewletê sûcdar dibînin’ û cezayê pere dan me. Çi dibe bila bibe emê xaniyê xwe nedin hilweşandin. Ji bo vê çi hewce be ezê bikim.”