'Mirov li ser Axa xwe azad e'

  • 09:03 25 Îlon 2018
  • Rojane
ŞENGAL -  Jina bi navê Hêzo Sîvo diyar kir ku jiyana li ser axa xwe ku mirov dijî çiqes zahmet be jî dîsa mirov xwe azad hîs dike û bang li her kesî kir ku vegerin ser axa xwe.
 
Li Şengalê dayika bi navê Hêzo Sîvo anî ziman ku ya jiyanê ava dike jine û xweşbûna jiyanê dîsa jin ava dike. Li gel jiyana bi êş û hemû zahmetiyên jiyanê jî warê miorv cuda ye û xwestir e. Dema ku mirov li Kurdistanê bahsa jiyanê bike gelek zor û zahmetiyên ku hatine jiyîn hene. Ev rewş tenê ne ji bo Kurdistanê ji bo hemû welatên ku bi dagirkirinê re rûbirû mane wiha ye. Lê dîsa jî jiyana li welatê mirov xwestire. Divê ku her kes vegere ser axa xwe û li warê xwe bijî. Li welatên ku hatine dagirkirin jinên ku xwedî li bawerî û çanda xwe derketine heta roja îro anîne.
 
'Berê jiyan xweştir bû'
 
Hêzo Sîvo wiha bahsa jiyana xwe dike: "Di demên berê de li gel ku xizanî zêde bû û me bi keda xwe debara xwe dikir jî dîsa jiyan xweştir bû.  Lê di dema îro de ji ber şerê qirêj ku  tê meşandin her çend ku şert û mercên jiyanê hinekî hêsan bin jî disa jî mirov demên berê bi bîra xwe tîne. Em du xwişk û çar bira bûn.  Bawê me diçû kar. Em jî diçûn gund, ji bo avê.  Ji Borik diçûn Şerfedînê. Me digot ava borik em venaxwin. Me palehî dikir bi heq em diçûn kar. Dema me palehî dikir, Rewşa me ya aborî ne baş bû. Bavê me diçû kar dayika me diçû giha xerdel,pîwok, kerang dianîn. Dayika me her roj diçû xwûşk û birayên min biçûk bûn şîr dida wan ji bo biçe kar ew bi tenê dihştin.  Piştî ku  ez ê mezin bûm min xwûşk û birayen xwe hildigirt ji ber ku ez mezina malê  bûm hemu bar li ser mile min bû. Ez dema bi qasî keçe xwe 13 salîbûm min kevir dida bin linge xwe û min di tenûrê de nan çêdikir. Ji ber ku birayê min ê mezin mir hemû kar ma li ser milên min. Lê dîsa jî em kêfxweş bûn. Ne mîna îro em her yek ne li derekê bûn."
 
'Hêviya me ew e ku herkes li Şengalê vegere'
 
Hêzo dibêje ku ew dema hatin gundê Barê jî wekxtê şerê Seddam bû ku êrîş dikir û wiha dirêjî da axaftina xwe: " " Dema ku em hatin gundê barê,  dema şerê Saddam û Îranê bû balafirê li Simokiyan da. Em hatin û me ji nû de rez çêkir û  çandînî kir. Zarokên min biçuk bûn, ez û hevserê xwe bi hev re me  kar dikir û çandînî jî me bi hev re dikir. Carna seat di 4 rê de radibûm min dew dikeyand bi meşkê.  M pêz berdida û şîr germ dikir. Dema ku zaroka me digiriya em pêre eleqedar dibûn û piştre jî me karê xwe dikr. Niha em sûdê ji vî karê xwe digirin baxçeyê ku me çandiye hemû darên wî mezin bûne."
 
Hêzo di dawiya axafitna xwe de got ku mirov çiqas xizan be jî  lê  axa mirov ji çadir û qampan çêtir û baştir e. Hêviya me ew e ku hemu kesên  ji Şengal ê koç bûne vegerin cih û warên xwe yê axa dayik û bavên xwe."