Hewadariya girtiyan bi têlan hat dorpêçkirin

  • 15:50 24 Îlon 2018
  • Rojane
WAN - Li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê derdora hewadariyê bi têklên rêsayî hat pêçan. Girtiyan ji bo ku ev pêkanîn bê bidawîkirin bang kirin.
 
Girtiyên di Girtîgeha Tîpa F ya Wanê de di hevdîtina ku bi malbatên we re kiri nde, diyar kirin ku li dora hewadariya derdikevinê têlên rêsayî hatine pêçandin. Girtiyan ji bo ku ev pêkanîn bê bidawîkriin  baga hestiyariyê li raya giştî kirin. Herwiha girtiyan di heman demê de diyar kirin ku tundiya li qawîşan a di bin navê lêgerînê de jî berdewam dike, nexweşên girtî nabin revîrê jî û di tevgerek biçûk de ya ne li gorî rêveberiya girtîgehê jî girtî bi cezayê hucerê tên cezakirin.