'Pêkanînên li Efrînê serdma Cahîliyeyê bi bîra mirov tînin'

  • 12:36 24 Îlon 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê  Lîna Berakat, diyar kir ku hêzên dixwaxin civakekê tune bikin di serî de êrîşî jinê dikin û anî ziman ku pêkanînên li Efrînê dema Cahîliyeyê bi bîra mirov tînin.
 
Berdevka Miclisa Jinan a Sûriyeyê Lîna Berakat derbarê pêkanînên Tirkiye û komên girêdayî wê OSO'yê de pirsên Ajansa Nûçeyan  a Hwarê (ANHA) bersivandin.
 
Lîna anî ziman ku di ser êrîşên li ser Efrînê re 6 meh derbas bûne û got ku di vê demê de li ser gelê Efîrnê êrîşên dijmirovî hatine kirin. Lîna wiha got: "Li efrînê xanî û cihên dîrokî hatin talankirin, dizî û tecawiz roj bi roj zêde bû.  Dîsa bi çekên ku hatine qedexekirin êrîşî sivîlan hat kirin û sivîl hatin revandin. Ev hemû pêkanîn bi bêdengiya hezên navneteweyî hatin kirin." Lîna di berdewamiyê de got ku ji bo îradeya gelê efrînê bişikînin di serî de êrîşî jinan hat kirin û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Jinên li efîrnê li ber çavê cîhanê bi pêkanînên dijmirovî û dij exlaqî re rûbirû dimînin. Lê raya giştî ya navneteweyî teên van pêkanînan temaşe dike."
 
'Ji dema cahîliyeyê tu cudahî tune ye'
 
Lîna diyar kir ku hêzên dixwazin civakekê têk bibin di serî de êrîşî jinan dikin  û wiha dawî li axafitna xwe anî: " Me hemû dît ku çeteyên DAÎŞ'ê bi darê zorê jin bi xwe re zewicandin, li bazara koleyan firotin û mahkûmî kincên reş kirin. Ev pêkanînên çeteyên DAÎŞ'ê û yên Tirkiyeyê serdema cahîliyeyê bi bîra mirov tînin. Êrîşên hêzên tirk ên li ser jinên Eêzidî û yên li ser cenazeyên şervanên YPJ'ê ji yên serdema cahîliyeyê ne cuda tir in. Ev êrîş ji bo jinan peyam in.  Bi van êrîşan re ji jinan re tê gotin ku em ê îradeya we bişikînin û em ê şoreşa we têk bibin. Ji ber ku jin hêvî û jiyanê didin. Lê jin li dijî hemû pêkanînên dijmirovî rawestiyan  û rêxistina xwe mezin kirin. Daxwaza xwe û îradeya xwe ya ji bo azadiyê danî holê."