Hozan Canê ji Angela Merkel re name şand

  • 11:31 24 Îlon 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Hozan Canê ya ku di dme hilbijartinan de ji bo HDP'ê xebitî û li Edîrneyê hat binçavkirin û hat gitin, ji Serokwezîra Almanya Angela Merkel re ji bo balê bikişîne ser rewşa li girtîgehan name şand.
 
Li gorî daneyên Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê, hat aşkerakirin ku ji ber sûcdariyên siyasî li Tirkiyeyê 5 welatiyên alman niha di girtîgehê de ne .Lê tê diyarkirin ku ev hejmar zêdetir e.  Hat ragihandin ku derbarê 35 welatiyên alman de ji aliyê rayedarên tirk ve cezayê qedexeya derketina dervê welêt hatiye dayîn.
 
Ji van girtiyan yek jê jî ku li Girtîgha Edîrneyê dimîne Hozan Canê ye. Canê ya ku li Kolnê dijiya û di 24'ê hezîranê de di çarçovyea xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li navçeya Enez ya Edîrneyê hat girtin, bi îdiaya "Endama rêxistinê ye" hatibû girtin. Herwiha derbarê canê de Fîlmê "Fermana 74'an" a Şengalê ku fîlmê wê tê kişandin û canê jî hem derhinerî û hem jî rola sereke tê de dilîze sahneya ku di destê Canê de cek heye jî wekî delîl hat nîşandan.
 
Canê ya ku ji Serokwezîra Almanya Merkelê re name şand, diyar kir ku ew li girtîgehê di şert û mercên xirab de tê girtin. Ajansa Nûçeyan a Alman DPA'yê jî ku nameya canê weşand bal kişand ser rewşa canê ya li girtîgehê.