Ji jinên girtî bang: Bila demildest heyetekê bişînin girtîgeha Bayburtê
- 11:12 24 Îlon 2018
- Rojane
BAYBURT - Jinên girtî ku bal kişandin ser tundiya li Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê, diyar kirin ku ew dema herî dawî derketine hewa dariyê şîşeyên pet û yên cam avêtine wan û xwestin ku heyetek ji ÎHD'ê biçe li girtîehê lêkolînê bike.
Jinên Girîgeha Tîpa M ya Baybûrtê, tundiya ku li girtîehê li wan tê kirin bi rêya malbatên xwe ragihandin û banga hestiyariyê kirin. Girtiyan diyar kir ku pêkanînên kêfî yên li dijî wan li girtîgehê her roj zêde dinin, gotin ku ew hefteya borî ji bo vê tundiyê şermezar bikin 3 rojan ketine greva birçîbûnê û anîn ziman ku wan di vê demê de nikribûne xwe bigihînin parêzerên xwe jî.
Girtiyan bi rêya malbatên xwe daxwaz kirin ku heyetek ji Komeleya Mfên Mirovan (ÎHD) biçe li girtîgehê lêkolînê bike.
'Em bi tundiyeke mezin re rûbirû ne'
Girtiyan diyar kir ku ew bi tundiyeke mezin re rûbirû ne û gotin ku di hevdîtina vekirî de ew nikarin destên xizmên xwe jî bigirin.
Girtiyên ku gotin ew nikarin pêdiviyên xwe yên mirovî jî pêşwazî bikin, anîn ziman ku ew her roj bi gezayê hucreyê re rûbirû dimînin û xwarin ji ji wan re sînorkirî tê dayîn. Girtiyan ragihand ku ew bi pêkanîna ku bi xwas derkevin hevdîtinê re rûbirû dimînin, li qawîşan jî bi tundiya "Hûn nikarin biaxivin" re rûbirû dimînin û gotin ku beriya hevdîtinê bêhtir bi van pêkanînan tên dehdîtkirin.
'Şîşeyên pet û cam diavêjin hewadariyê'
Herwiha girtiyan bi riya malbatên xwe ragihandin ku her carê 15-20 û an jî 30 rojî bi cezayê hucerê re rûbirû dimîninî û dema ku derdikevin hewadariyê jî gardiyan şîşeyên pet û cam diavêjin wan.
Ji bo dayikên ku bi zarokên xwe re li girtîgehê dimînin jî bi caran bang hatibû kirin.
'Binpêkirin di lutkeyê de ne'
Malbatên girtiyan bi bîr xistin ku xizmên wan ên di girtîgehê de hefteya borî 3 roj greva birçîbûnê li dar xistin û wiha berdewam kirin: "Hem ew ji rêveberiya girtîgehê dikişînin û hem jî em. Dema ku em diçin girtîgehê tiştekî neyê serê me tune ye. Zarokên me jî her roj pêkanînên li dijberî wan tên kirin bi rêya telefonê ji me re radigihînin lê em nikarin tuştekî jî bikin. Kesek jî tuştekî nake. Hemû girtî gelek zeîf bûnê. Binpêkirin di lutkeyê de berdewam dikin. Em li dijî van hemû pêkanînên dijmirovî banga hestiyariyê li raya giştî dikin."