Zarokên Selametê dixwazin vegerin Nisêbînê
- 09:09 24 Îlon 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Selamet Yeşîlmen a di qedexeyên derketina derve ya li Nisêbînê de li hewşa mala xwe hedef hat girtin û qetilkirin, zarokên wê ji wê rojê heta niha dipên ku biçin Nisêbînê.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di dema qedexeyên derketina derve de bi dehan sivîl bûn hedefa bombe û guleyan. Di 13’ê Mijdara 2015’an de jina bi navê Selamet Yeşîlmen (44) ku derketibû ber derê xwe bû hedefa guleyan. Wêneyê Selametê yê li ber derî hatibû qetilkirin hîna nehatiye jibîrkirin. 5 zarokên wê bûn û wê rojê du zarokên wê jî birîndar bûn. Malbata wê ku piştî Selamet hat qetilkirin û xaniyê wan hat hilweşandin ji navçeyê bar kirin Hezexê, ev 3 sale dipên ku vegerin Nisêbînê.
‘Dayika min xwe kaş kir û hat’
Halîse Yeşîlmenê diyar kir ku dayika wê ji bo nan li tenûrê bixe û ji bo êm bide sewalan derketiye baxçe û wiha pê de çû: “Nanê me nemabû. Tenûra me jî li hewşê bû. Dayika min ji bo nan û pezê me çû baxçe. Çawa çû dengê leşkeran ji aliyê din yê sûkê hat. Xwişk û birayekî min jî bi wê re çûn. Gule li dayika min û birayê min ket. Guleya duyem li lingê dayika min ket. Min jî li wan mêze dikir. Çawa dayika min ji lingê xwe darbe girt, ket. Xwişk û birayê min reviyan malê. Dayika min jî xwe kaş dikir û dihat.”
‘Nîv saetê li erdê ma û ewqas jî li bendê ambulansê ma’
Halîseyê daxuyakirin ku piştî dayika wan birîndar bûye wan bi dehan carî hewl daye ku wê ji der bînin hundir lê di her derketinê de gule dihatin barîn û wiha got: “Ez û birayê xwe çûn ku em bînin hundir. Lê her ku me derî vedikir, gule dihatin barîn. Dayika min nîv saetê li erdê ma. Xwişka min Sevcan û birayê min Fîkret jî birîndar bûn. Nedihiştin ambulans bê taxê. Dayika min ji ber windabûna xwînê mir. Ger mudaxale bihata kirin wê niha bijiya.”
‘Çavên xwişka min nabîne’
Halîseyê anî ziman ku birayê wê ji lingê xwe, xwişka wê Sevcan (13) jî ji çavê xwe birîndar bûye û got niha çavê çepê yê xwişka wê nabîne. Halîseyê got piştî dayika wê wisa bûye ji wir bar kirine û 3 salan neçûne Nisêbînê û got ew niha dixwazin vegerin Nisêbînê.