Endamên Platforma Bêdeng Nemîne: Binpêkirina mafan her roj zêdetir dibe

  • 09:03 24 Îlon 2018
  • Rojane
WAN - Li Tirkiyeyê di sala 2016’an di serdema OHAL’ê de  li hemberî êrîşên li dijî huner û medyayê Platforma Bêdeng Nemîne hatibû avakirin. Edîtora platformê Ozlem Altinok û parezera platformê Melîke Polat diyar kirin ku ger dîroka qedexeyan hebe, dîroka berxwedanê jî heye. 
 
Li Tirkiyeyê piştî ku OHAL  hat îlankirin şûnde li hemberî sansûr û otosansuran di meha îlona  2016’an de Platforma Bêdeng Nemîne hate avakirin. Edîtora Platformê Ozlem Altinok û parêzer Melîke Polat têkîldarî platformê nirxandin kirin.  
 
‘Di OHAL’ê de li hemberî bêdengiyan Platforma Bêdeng Nemîne hat avakirin’
 
Ozlem Altinok anî ziman ku di OHAL’ê de li hemberî binpêkirina mafan bêdengiyeke mezin hebû û got ku armanca platformê binpêkirina mafan arşîvkirin bû û  wiha axivî;” Platform di sala 2016’an de meha îlonê de hat avakirin. Armanca me ew  bû ku em xebatên xwe berfireh bikin. Li ser huner û medyayê astengiyeke mezin hebû. Ev platform jî li hemberî êrîşên ser huner û medyayê hat avakirin. Di OHAL’ê de li hemberî binpêkirina mafan bêdengiyeke mezin hebû. Li hemberî vê bêdengiyê me Platforma Bêdeng Nebe ava kir.”
 
‘Qeyyûman hunermend bê cih hiştin’
 
Ozlemê anî ziman ku wan xebatên xwe li ser tayînkirina qeyyûman dest pê kirin û got ku her bêmafiyek wan arşîv kirin û wiha berdewam kir;” Ji bo ku êrîşên ser huner û medyayê lêkolîn bikin, em li gelek herêman geriyan û me li cihê bûyerê êrîş dîtin. Li heremên cuda me bi hunermend, hiquqnasan re civîn li dar xist. Bi taybetî  li Bursa, Artvîn, Eskişehir û Amedê em bi gel re civiyan. Me di destpêkê de li Amedê dest bi xebata xwe kir. Ji ber ku di dema pêvajoya pêvçûnan de Amedê texrîbateke mezin dîtibû. Wanê di dema pêvçûnan de çi jiya me ew guhdar kirin. Binpêkirina mafan ji berê de hebû, lê di OHAL’ê de zêde bû. Piştî ku OHAL hate îlankirin hûnermend bê qad û kar hatin hiştin. Ji bo ku şanoyê bikin, qad tune bûn. Hemû bi derfetên şaredariyan dikaribûn bixebitin. Piştî ku qeyyûm tayinî şaredariyan hatin kirin, şanoger bê qad mabûn. Em jî wekî platform fikirîn da ku em ê çi bikin. Em armacn dikin ku di dawiya salê de civîneke mezin lidar bixin. Ger dîroka qedexe hebe, dîroka berxwedanê jî heye. Li hemberî OHAL’an em ê heya dawiyê mafên xwe yê jiyanê biparêzin. ”  
 
‘Li ku derê hatiye dîtin, ku der barê stranên di konseran de hatine gotin doz lê hatibe vekirin’ 
 
Parezera Platformê Melîke Polat jî daxuyan ku di OHAL’ê de binpêkirina mafan zêde bû û wiha got:” Di OHAL’ê de êrîşên ser mirovahiyê me hemû yek bi yek arşîv kirin. Di OHAL’ê de ravekirina fikir û ramanan her roj zehmetir bû û ji ber vê yekê bi hezaran doz hatin vekirin. Ji xwendekaran heya ku akademîsyenan êrîş ser her qadam zêde bûn. Mînak der barê belegefilîmekê de doz hatiye vekirin û stranên ku di konseran de hatine gotin doz lê hatin vekirin. Ev li ku derê dinê hatiye dîtin? Me jî wekî platform xwe bi rêxistin kir û me got gelo em dikarin çawa di nav dozan de cih bigirin, em ketin lêgerîna vê yekê. Dozên ku me nikaribûn bişopînîn me ji parezerên din dixwest û wan dişopandin. Di kîjan zanistiya hiqûqê de sinema, belgesel wekî sucê terorê tê dîtin? Di heman demê de gelek rojnameger jî hatine girtin. Ji Uşakê, heya Geverê me dozên rojnamegeran şopandin.” 
 
‘Piştgiriyê bidin rojnamegeran’
 
Melikeyê di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku piştgiriya xwe ya li hemberî rojnamegeran zêde bikin û wiha pê de çû;” Niha OHAL rabûye û hîna rehetî li me tune ye. Rojnameger hîna tên darizandin û girtin. Karê me hîna neqediyaye, her roj zêdetir dibe. Der barê gelek siyasetmendaran de ji ber axaftinên ku di mitingan de kirin, doz di heqê wan de hatin vekirin. Ez di destpêkê de bang li hempîşeyên xwe pişt re li hemû mirovên hêstiyar dikim ku piştgiriyê bidin rojnamegeran.”