ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2018'AN

  • 09:00 24 Îlon 2018
  • Rojev
*Bi armanca parastina çand û hûnera gelê Kurd, zarok li dibistana Mûzîkê a Navenda Çand û Hûnerê di dewreya perwerdeyê de fêrî tenbûr, keman, gîtar û orgê dibin. Zarokan gotin ku muzîk rihê mirovan zindî dike û ew ê li çanda xwe xwedî derkevin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Nivîskar ên ku tevlî Pêşengeha Pirtûkan a li Bajarê Dêrikê bûn diyarkirin ku ji bo hînbûna rastiya dîrokê û jinê xwendina pirtûkan girîng e û gotin:"Jin rûyê wêjeyê yê germ e. Loma divê bi taybet jin li wêjeyê xwedî derkevin." DÎMEN HEYE
 
*Li Tirkiyeyê di sala 2016’an di serdema OHAL’ê de  li hemberî êrîşên li dijî huner û medyayê Platforma Bêdeng Nemîne hatibû avakirin. Edîtora platformê Ozlem Altinok û parezera platformê Melîke Polat diyar kirin ku ger dîroka qedexeyan hebe, dîroka berxwedanê jî heye. DÎMEN HEYE
 
*Li Gundê Barê yê Şengalê jina bi navê Xezal Hamo bi keda destên xwe debara xwe dike û dibêje ku ji bo jin neçewisin û li ser piyên xwe bisekinin divê bixebitin û li berxwe bidin. 
DÎMEN HEYE
 
*Ji Meclîsa Ekolojiyê ya HDP’ê Ayşegul Demîrkol diyar kir ku wan bi salan li dijî polîtîkayên enerjiyê yên zirarê didin xwezayê gotine ‘ Roj û ba têrî me dike’ û têkoşîna xwe meşandine û wiha got: “Lê em dibînin ku ew jî bûne tekel.”
 
*Jina bi navê M.T ku ji ber pêşdarazên civakê, qanûn û polîtîkayan 26 salan rastî îşkenceya sîstematîk hat, ji ber tiştên jiya ber bi întîxarê ve hat dafdan. M. diyar kir ku wê navberê jinek ku destê xwe dirêjî wê kiriye, ew xilas kiriye û got: “Dema jin destê xwe bide jinek din wê demê jiyan watedartir dibe.” DÎMEN HEYE
 
*Selamet Yeşîlmen a di qedexeyên derketina derve ya li Nisêbînê de li hewşa mala xwe hedef hat girtin û qetilkirin, zarokên wê ji wê rojê heta niha dipên ku biçin Nisêbînê. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen got AKP berdewamkarê polîtîkayên êrîşkar yên neolîberal e û got: “Bertekên kedkaran xwedî potansiyela ku pergalê û AKP’ê biguhere ne. Ji bo ev potansiyel dernekeve holê AKP her tiştî dike.