'Jin bingeha siyaseta demokratîk e'

  • 17:43 23 Îlon 2018
  • Rojane
Rûken Goman
 
GIRKÊLEGÊ - Derbarê salvegera PYD'ê de jinên Meclîsa Jinê ya PYD'ê axivîn û gotin:"Partiya Yekîtiya Demokratîk pêşengtiya civakek azad û serbixwe dike. Em bingeha siyasetek demokratîk û azad ava dikin."
 
Derbarê salvegera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku di 2003'a de hat avakirin de jinên Meclîsa Jinê ya PYD'ê diyar kirin ku jin bingeha siyaseta demokratîk e û gotin:"PYD'ê ji dîroka avakirina xwe heta niha gelek destkeftiyên taybet bi dest xist. PYD hemû gelan hembêz dike û cudatiyê naxe navbera wan."
 
Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şerîfa Hesen wiha nêrînên xwe anî ziman:" Bi rihê berxwedana serdemê û hemû şehîdên tevgera azadiyê û demokrasiyê em 15'emîn salvegera PYD'ê pîroz dikin. Hem di aliyê siyasî hem jî di aliyê civakî de PYD'ê xebatên xwe meşand û li ser esasê azadî, demokrasî û pergala wekheviyê ya hevserokatiyê siyaseta xwe meşand. Di nava PYD'ê de jinê bi awayekî taybet cihê xwe girt û xebat kir. Hêz û baweriya jinê di bin sîwana PYD'ê bêtir bû. PYD'ê ji dîroka avakirina xwe heta niha gelek destkeftiyên taybet bi dest xist. PYD hemû gelan hembêz dike û cudatiyê naxe navbera wan. Li ser esasên wekheviyê em ê xebatên xwe bidomînin."
 
'Ji bo civakek azad û serbixwe em dixebitin'
 
Endama Meclîsa Jinê ya PYD'ê Şadiya Omer wiha got:"PYD pêşengiya siyaseta demokratîk û azad dike. Ji bo gel bi rengekî azad bijî em dixebitin. Ji bo civakek azad û serbixwe em dixebitin. Em hemû jinan hembêz dikin û em dibêjin ku heta jin azad bibin em ê wan hembêz bikin. Bêyî ku em cudatiya di nava gelan kin em xebatên xwe didomînin. Ji niha û şûnde jî em ê ji bo azadî û demokrasiya gelan xebatên xwe bidomînin. Em ê nêrînên azad û fikrên demokratîk li her qadê belav bikin. Banga me li hemû jinan heye ku em destên xwe bidin hev û em rê li tundiya li ser jinê bigirin."