Jinên bazirgan ên Şemrexê: Ger rewş wiha dewam bike dê xirabtir bibe
- 09:04 23 Îlon 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Jinên bazirgan ên di bazara navçeya Şemrexa Mêrdînê de dixebitin gotin ku ger krîza aborî dewam bike dê rewş xirabtir bibe. Jinên bazirgan, diyar kirin ku Tirkiye bi vî awayî bidome dê rojên qet ne xweş li hêviya wan bin.
Piştî TL li hember dolar û Euro nirxê xwe winda kir, fatura krîza aborî herî zêde bandorê li ser bazaran kir. Ji ber krîzê bazirgan nikarin ku berhemên xwe bifroşin. Jinên bazirgan ên ku di bazarên navçeya Şemrexa Mêrdînê de dixebitin bertek nîşanî krîza aborî dan û gotin ku ji ber vê krîzê herî zêde jin jê bi bandor bûne. Her wiha jinan anî ziman ku ger rewş wiha berdewam bike wê Tirkiye bihetike.
‘Ji ber vê krîzê hem bazirgan hem jî mişterî gilîyan dikin’
Bazirgana bi navê Merve Ay a ku 16 salî ye û ji ber krîzê xwestiye alîkariya malbata xwe bike anî ziman ku ji ber krîzê berhemên ku dikirin nikarin di bazaran de bifroşin û wiha got: “Ji ber vê krîzê hem gel û hem jî bazirgan rewşa wan ne baş dibe. Mişteriyên ku tên bazarê nikarin bi 20 TL’yan firingî bistînin. Mişteriyên ku tên bazarê kîsikên xwe nikarin tije bikin, vala vedigerin. Em hatine rewşek wiha ku ji xizantiyê xirabtir e. Her tişt gelek bûha ye. Em dixwazin ku çareseriyek ji vê krîzê re bê dîtin. Ger wiha berdewam bike, wê Tirkiye di demek nêz de bihetike. Berhemên ku em dikirin du qat sê qat zam hatiye ser û em wek bazirgan jî nikarin bikirin û bifiroşin. Dema ku em bûha dikirin di bazaran de bûha jî difroşin. Beriya krîza aborî rewş ne wiha bû. Kesên ku dihatin bazarê poşêtên xwe tije dikirin û diçûn. Lê niha berovajî vê ye. Ji ber vê krîzê hem bazirgan û hem jî mişterî gilîyan dikin.”
‘Erdogan bû Serokwezîr Tirkiye ber bi gola xwînê ve çû’
Merveyê, di berdewamiya axaftina xwe de got ku sedema vê krîzê Erdogan, Amerîka û Rûsya ye û wiha pêl da axaftina xwe: “ Ev hemû jî sûcê gel e. Ji ber ku dengên xwe dan Erdogan îro Tirkiye di vê rewşê de ye. Ger ku gel dengê xwe bidaya xwe wê rewş ji îro baştir bibûya. Piştî ku Erdogan bû Serokwezîr Tirkiye ber bi gola xwînê ve çû. Şer zêde bû û ji ber şerê hate destpêkirin jî krîza aborî derket holê.”
‘Ger wiha derbas bibe dê rewş xirabtir bibe’
Merveyê, di dawiya axaftina xwe de got ku ew dixwazin di demek nêz de çareseriyekê ji krîza aborî re bê dîtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger wiha berdewam bike êdî di bazaran de bazirgan wê dezgehên xwe nikaribin vebikin. Ger wiha derbas bibe dê rewş xirabtir bibe. Hem em û hem jî mişterî gelek pêrîşan in.”
‘Ger ku edalet tune be çareserî ji vê krîzê re nayê dîtin’
Esnafa bi navê Şukriye Temur a ku sê sal in di bazarê de kincan difiroşe û ji bo debara xwe bike dixebite diyar kir ku sê sal in dixebite rastî tiştekî wiha xirab nehatiye û wiha berdewam kir: “Ji ber ku berhemên me nayên firotan û sedema vê jî krîz e. Em dikin û nakin îdare nabe. Em di xaniyên kirê de dimînin, fatûrayên avê, ceyran û gaza xwezayî hene û em nikarin wan bidin. Em nizanin ku êdî çi bikin. Jiyana me ji ber vê krîzê gelek bi zehmet derbas dibe. Berê krîz tune bû û me dikaribû îdareya xwe bike. Lê niha em nikarin fatûrayekê jî bidin. Zam hatiye ser her tiştî. Qezenca me zêde nîne. Ez li vir kincan difroşim û her hefte ji ber dolarê krîz zêde dibe û bûhayê kincan digûhere. Li Tirkiyeyê edalet tune ye. Em edaletê dixwazin. Ger ku edalet tune be çareserî ji vê krîzê re nayê dîtin. Qezenca ku ez dikim didim deynan û lewra jî zêde ji min re tiştek namîne. Ger krîz wiha berdewam bike wê tu kes tu tiştî nikaribe bike. Ji ber krîzê dibe ku mirin jî bibe. Lewra jî rojek berê rojekê divê çareseriyek bê dîtin. Ez ji bo debara mala xwe bikim, min dest bi kar kir û niha jî kar tune ye. Hemû kes di bin bandora vê krîzê de man lê herî zêde jin man.”