'Tundiya li ser jinê tundiya li ser civakê ye'
- 09:03 23 Îlon 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Jinên Hesekê dagirkirina Efrînê şermezar kirin û bang li rêxistinen navneteweyî kirin ku rê li tecawiz, revandin û îşkenceya li Efrînê pêk tên bigirin.
Derbarê kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li Efrînê jinên Hesekê diyar kirin ku divê dawî li van kiryarên dijmirovî bên û wiha gotin:"Li Efrînê zilim û îşkecence tên kirin. Bi taybet jî ev li dijî jinan tê kirin. Divê ev yek demildest bi dawî bibe. Çimkî tundiya li ser jinê tundiya li ser civakê û mirovahiyê ye."
Jina bi navê Sewsen Elywî wiha got:"Dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên ku girêdayî wê ne Efrîn dagir kirin. Bi hezaran mirov hatin qetilkirin û koçberkirin. Niha jî tundî, tecawiz, zilim, revandin li Efrînê didome. Ji ber ku ji hêz û vîna jinê ditirsin her êrîşî jinê dikin. Ji bo civakek siberoja wê ronî bê avakirin û ji bo cîhanek aştîyane divê di destpêkê de pêşî li neheqiya ku li mirovan tê kirin û tundiya li ser jinê bê birîn. Ji bo zilim û îşkenceya li Efrînê bi dawî bibe divê Efrîn bê rizgarkirin. Em ê jî heta dawî ji bo rizgariya Efrînê li berxwe bidin."
'Efrîn a xwediyê xwe ye na ya dagirkeran e'
Her wiha jina bi navê Hediya Dhir a 63 salî jî diyar kir ku Efrîn a xwediyê xwe ye ne ya dagirkeran e û got:"Efrîn berî ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê were dagirkirin wekî bihuştê bû. Lê niha kirine dojeh. Her cureyê zilim û şîdetê niha li Efrînê tê kirin. Ji bo Efrîn rizgar bibe û ev zilim û şidet bi dawî bibe em ê berxwedana xwe bidomînin. Li Efrînê zilim û îşkecence tên kirin. Bi taybet jî ev li dijî jinan tê kirin. Divê ev yek demildest bi dawî bibe. Çimkî tundiya li ser jinê tundiya li ser civakê û mirovahiyê ye. Em ê wekî jinên berxwedêr her dem têbikoşin. Ew ji hêz û vîna jinê ditirsin loma hewl didin ku jinê her dem biçewisînin. Lê em hêza xwe ji Şîlan, Bêrîtan û Avestayan distînin. Em ê bi hêz û îradeya xwe Efrînê rizgar bikin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan jî dikin ku li dijî tecawiz, îşkence û tundiya li Efrînê tê kirin bisekinin û peywira xwe bi cih bînin."